Parlamentoya Hamburgê bi rojeva Rojava civiya

Li ser pêşniyara Partiya Çep, Parlamentoya Eyaleta Hamburgê êrişên li dijî Rojava şermezar kir; tevkariya pêkhateyên xweser a ji bo aştî, demokrasî û wekheviya zayendî pîroz kir û bang li hikûmeta Almanyayê kir ku zexta dîplomatîk bi kar bîne.

Parlamentoya Hamburgê bi rojeva Rojava civiya
12 sibat, 2026   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Eyaleta Hamburgê, di rûniştina xwe ya duh de pêşniyara Partiya Çep a bi sernavê "Êrişên li ser xweseriya Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê -piştgiriya bi Rojavayê re" bi kismî qebûl kir. Di parlamentoyê de êrişên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û bal hat kişandin ser piştgiriya bi gelê Rojava re.

Di belgeyê ku hatî qebûlkirin de hat diyarkirin ku pêkhateyên xweser ên li herêmê, tevkariyê li modela civakî ya piretnîkî ya li ser bingeha aştî, demokrasî û wekheviya zayendî dikin. Her wiha hat destnîşankirin ku van pêkhateyan di şerê li dijî DAIŞ’ê de roleke girîng lîstine.

Ji Senatoya Hamburgê hat xwestin ku li cem Hikûmeta Federal a Almanyayê bi rêyên dîplomatîk û navneteweyî hewildanan bide da ku êriş demildest werin sekinandin.

Di pêşniyarnameyê de hat gotin ku "ji serê salê û vir ve rewşa ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî dramatîk xirab bûye; hêzên hikûmeta Îslamî yên di bin serokatiya Colanî de û milîsên hevpeymanên wan êrişên xwe yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser zêde kirine."

Hat diyarkirin ku Rojava bûye navenda êrişên leşkerî û hewildanên bêîstîkrarkirinê.

Di belgeyê de hat destnîşankirin ku êrişên li ser taxên di bin rêveberiya xweser a Kurdan de li Helebê, binpêkirina eşkere ya peymanên heyî yên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê û rejîma Sûriyeyê de ne.

Hat diyarkirin ku hêzên beşdarî êrişan dibin, di dema borî de ji ber êrişên hewayî û balafirên bêmirov yên binesaziya sivîl dikirin hedef, ji aliyê Tirkiyeyê ve ji hêla siyasî, lojîstîk û leşkerî ve dihatin piştgirîkirin. Hat gotin ku êrişên yekîneyên Sûriyeyê yên nêzî hikûmetê û milîsên hevpeyman, rola pêkhateyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku piştgiriya îstîqrar û aştiyê dike, lawaz dike.

Di pêşniyarnameyê de hat diyarkirin ku daxuyaniya hevpar a Almanya, Fransa, Îngiltere û DYA’yê ya der barê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin, lê belê divê zexta li ser rêveberiya Şamê were zêdekirin. Hat destnîşankirin ku her çend Hamburg di navbera bajaran de bi Sûriyeyê re xwedî hevkariyeke rasterast nebe jî, divê li gorî rêgêzên aştî, mafên mirovan û piştgiriya navnetewî tevbigere.