Hikumeta demkî xeracê ji şêniyan distînin

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê xeracê ji dikandaran û kesên bîr kolandine disîtine û gefên ceza an jî girtina dikanan li wan dixwin.

Hikumeta demkî xeracê ji şêniyan distînin
12 sibat, 2026   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatine bidestxistin, endamên hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê Racoyê xeracê ji dikandaran distînin.

Malpera Efrîn El An jî diyar kir ku rêveberiya bajêr ji bo vî karî bi xwediyê miheleke elektronîkî (R.A.) girêbest çêkir. Hate gotin (R.A.)nêzî 70 kamereyên çavdêriyê li kolanên navenda bajarê Racoyê danîn û ji her dikandarekî 50 dolar xwest.

Li gorî heman malperê, hêzên ewlekariya hundirîn ên hikumetê jî di bin gefa girtina dikanê de xeracê ji dikandaran xwestin, dikaran neçar man xeracên bidin (R.A.).

Hate zanîn ku nêzî 350 dikan li Racoyê hene û xeracê li ser piraniya wan hatin ferzkirin.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku serokê meclisa Racoyê (E.B.) û berpirsê hêzên ewlekariya giştî ya Racoyê xeracê bi qasî hezar dolarî li her kurdekî ku bîran dikolin an jî ji sala 2010’an û vir de bîr kolandine, ferz kirine. Yên xeracê nedin jî tên cezakirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku ev nêzîkatî bû sedema nerazîbûnên şêniyan û banga rêgirtina li ber van nêzîkatiyan hat kirin.

(bb)