Îsraîlê qadên çandiniyê dan ber topan

Hêzên atêşa Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê qadên çandiniyê topbaran kirin.

Îsraîlê qadên çandiniyê dan ber topan
6 mijdar, 2026   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê bi guleyên obîsan qadên çandiniyê yên derdora gundê Semedaniyê yê rojhilatê Quneytrayê dane ber topan.

Li gorî daneyên SOHR‘ê, artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal (2026) ve 6 êrişên hewayî û 140 êrişên bejayî li Sûriyeyê kirine. Di encama van êrişan de 13 hedef (depoyên çekan, baregeh, navend û erebe) hatine îmhakirin.

(bb)