Parlamenterên Alman: Dewleta Tirk li herêmên Rêveberiya Xweser sûcan dike

Parlamenterên Alman destnîşan kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zehmetiyên mezin hene û dewleta Tirk li dijî wan sûcan dike. Her wiha wan bang li civata navneteweyî kirin ku xwedî li berpirsyariya xwe derkeve û alîkariya mirovî pêşkêş bike.

Parlamenterên Alman: Dewleta Tirk li herêmên Rêveberiya Xweser sûcan dike
Parlamenterên Alman: Dewleta Tirk li herêmên Rêveberiya Xweser sûcan dike
19 adar 2024   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji nûnerê Rêveberiya Xweser yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerê wê yê Almanyayê Xalid Derwîş pêk tê, bi parlamenterên Partiya Sosyalîst Michael Müller û parlamentera Partiya Çep Gokay Akbulut re civiya.

Di civînê de geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û li herêmên Rêveberiya Xweser û rêbazên çareserkirina kirîza Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Ebdulkerîm Omer wiha axivî: "Hewldanên çareserkirina kirîza Sûriyeyê hemû têk çûn ji ber ku ew girêdayî ajandeyên derve ne û nakevin bin berjewendiya gelê Sûriyeyê. Her wiha ji bo dûrxistina nûnerên nêzî 5 mîlyon welatiyên Sûriyeyî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hewldan didomin. Pêvajoyên siyasî yên ku tê de nûnertiya tevahî Sûriyeyiyan neyê kirin bi ser nakeve. Ev hişmendî jî dê têkçûna pêvajoya çareseriyê endam bide.”

Omer destnîşan kir ku hêzên herêmî şerê li Xezayê ji bo girankirina êrişan li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bi kar tînin û got: "Dewleta Tirk ji mijûlbûna hêzên navneteweyî sûd girt û êrişên berfireh li dijî herêmê pêk anîn. Ev êriş rewşa mirovî xerabtir dikin di encamê de koçberî ber bi Ewropayê ve jî zêde dibe."

Der barê girtî û malbatên DAIŞ'iyan de Omer got: "Bi hezaran girtiyên DAIŞ'ê û bi hezaran jin û zarokên wan di kampan de girtî ne, ev jî bombeyeke demkî ye em nizanin kengî dê biteqe. Tevî wê jî civata navneteweyî bangên Rêveberiya Xweser paşguh dike."

Gokay Akbulut jî got: "Gereke şerê li Xezayê girîngiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm neke. Li wan herêman zehmetî pir in û dewleta Tirk li wir sûc û binpêkirinan pêk tîne. Pêwîst e civata navneteweyî xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve."

Akbulut wiha domand: "Me têkilî bi hikumeta xwe re kir da ku komîteya lêpirsîn û şopandinê bişîne wir û sûc û binpêkirinan ji nêz ve bişopînin."

Akbulut destnîşan kir ku wan daxwaz ji hikumeta Almanyayê kiriye ku hevkariya leşkerî bi dewleta Tirk a dagirker re rawestîne.

Michael Müller wiha axivî: "Em geşedanên li Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopînin. Xuya ye ku bandora şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de jî bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Em jî dixebitin da ku şer berfirehtir nebe."

Müller diyar kir ku gefa terorê hîn heye û metirsiyê dide seranserî cîhanê. Ji ber wê jî pêwîst e koalîsyona navneteweyî xwedî li erkên xwe derkeve û civata navneteweyî destekê bide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û aramiya herêmên Rêveberiya Xweser pêk bîne."

(mh)