Li Bakurê Kurdistanê coşa Newrozê

Pîrozbahiyên Newrozê di serî de li herêma Serhedê, li 14 navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dar ketin.

Li Bakurê Kurdistanê coşa Newrozê
Li Bakurê Kurdistanê coşa Newrozê
Li Bakurê Kurdistanê coşa Newrozê
Li Bakurê Kurdistanê coşa Newrozê
Li Bakurê Kurdistanê coşa Newrozê
19 adar, 2024   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di pîrozbahiya Newrozê ya di serî de herêma Serhedê, li 14 navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin hate lidarxistin. Li navçeya Panos a Agiriyê, Mûş/Milazgir, Kop, Qers/Qaxizman Erzirom/Qerecoban, Sêrt/Dihê, Balikesîr û gelek deverên din hatin li darxistin.

Qadên pîrozbahiyê bi flamayên DEM Partiyê hate xemilandin. Şêniyên bi tevî barîna baran û berfê jî herikîn qadên û govenda Newrozê gerandin. Tevlibûneke xurt a ciwanan hebû. Pîrozbahiyan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyan de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" “Bi rihê Rewşanan Newroz Pîroz be” û “Newroza me biqudret e” “Newroz, roja berxwedan û azadiyê ye” “Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Nivîsên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.

Zarok û jin bi cil û bergên kurdî ketin qadên pîrozbahiyê. Bi taybet jî tevlêbûneke zêde ya jin û ciwanan hebû û welatiyan li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin.