Agirê Newrozê wê li Miştenûr bilind bibe

Li Kantona Firatê wê pîrozbahiya navendî ya Newroza 2024’an roja 21’ê Adarê li ser girê Miştenûr ê Kobanê bê lidarxistin.

Agirê Newrozê wê li Miştenûr bilind bibe
Agirê Newrozê wê li Miştenûr bilind bibe
Agirê Newrozê wê li Miştenûr bilind bibe
Agirê Newrozê wê li Miştenûr bilind bibe
Agirê Newrozê wê li Miştenûr bilind bibe
Agirê Newrozê wê li Miştenûr bilind bibe
Agirê Newrozê wê li Miştenûr bilind bibe
Agirê Newrozê wê li Miştenûr bilind bibe
19 adar 2024   14:29
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Endama Rêveberiya Komîteya Çalakiyan a Kantona Firatê Macîde Hesûn derbarê mijarê de agahî dan ANHA’yê.  

Macîde Hesûn destnîşan kir ku wê li herêmên Girê Spî û Eyn Îsayê yen kantonê jî pîrozbahî bên lidarxistin û da zanîn ku li tevahiya kantonê hemû rê û kolan bi rengên Newrozê hatine xemilandin. Macîde da zanîn ku niha li hemû naçeyan û kolanan pîrozbahî hene û gel wekî Roja vejînê başdar dibe.

Macîde anî ziman ku dê pîrozbahiya navendî jî 21’ê Adarê li ser Girê Miştenûr ê Kobanê sate di 10.00’da destpê bike û got: “Newroz dijî desthilatdariyê roja vejînê ye. Em ê jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo agirê Newrozê geş bikin. Wê gelek komên hunerî tevlî bibin.  Wê agirê agirê Newrozê yê li Miştenûr ji dijmin re bibe bersiv.”

Macîde bang li hemû kesî kir ku tevlî pîrozbahiyan bibin.