Xiyas Niêsa: Rêya çareseriyê guhertina bingehîn a desthilata Sûriyeyê ye

Siyasetmedar Xiyas Niêsa diyar kir ku rêya çareseriyê guhertina bingehîn a desthilata heyî ya Sûriyeyê ye û da zanîn ku guhertinên pêk hatin ne rizgarkirin bûn, lê ew lihevkirina navneteweyî û herêmî bû. Her wiha got ji bo guhertina demokratîk divê Rêveberiya Xweser û hêzên demokratîk beşdarî proseya siyasî bibin.

Xiyas Niêsa: Rêya çareseriyê guhertina bingehîn a desthilata Sûriyeyê ye
29 cotmeh, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Siyasetmedarê sûriyeyî Xiyas Niêsa destnîşan kir ku guhertinên bi hilweşîna rejîma Baasê re li Sûriyeyê pêk hatine, ne rizgarkirina rast a gelê Sûriyeyê ji rejîmeke dîktator bû, lê ew “radestkirina” di encama lihevkirina navneteweyî û herêmî de pêk hat.

Xiyas Niêsa destnîşan kir ku tişta Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ji komên din ên tundraw cuda dike, rêveberiya wê ya pragmatîk e û got: “HTŞ ji bo ku li ser desthilatê bimîne, hemû tawîzên siyasî, nîştimanî û aborî dide dewletên herêmê û hêzên navneteweyî yên destê wan di dosyaya Sûriyeyê de heye. Di heman demê de qebûl nake tawîzan bide gelê Sûriyeyê bi xwe.”

Niêsa li ser nakokiyên desthilata heyî jî wiha axivî: “Ev nakokî pirsgirêka sereke ya desthilata Şamê ye. Ev desthilat xwe dispêre komên nîjadperest û berê xwe nade gelê Sûriyeyê. Nêrîna wan dûrxistina hovane ya neteweyî û mezhebî ye.”

Li ser sûc û komkujiyên têne kirin Xiyas Niêsa ev tişt anî ziman: “Xwezaya berê ya desthilata heyî jêdera sûc û komkujiyan e, ew astengiya li pêşiya pêkanîna ewlehî û aramiyê ye. Nahêle meydana azadiyê li tevahiya Sûriyeyê fireh bibe. Ji bo derketina ji vê rewşa heyî pêwistî bi guhertineke bingehîn heye.”

Xiyas Niêsa li ser derfeta pêkanîna guhertina demokratîk jî wiha axivî: “Guhertina rastî ya di qonaxa veguhêz de rê li ber avakirina komareke demokratîk a ne navendî vedike. Incex wiha berjewendî û pêdiviya hemû gelê Sûriyeyê pêk bîne. Ji bo wê divê guhertinek bingehîn di desthilata niha ya Şamê de pêk were.”

Niêsa ji bo pêkanîna van guhertinan bêyî careke din xwîna gelê Sûriyeyê were rijandin nêrîna xwe wiha parve kir: “Nirxandina rast a rewşa heyî ya Sûriyeyê misogeriya veguhastina demokratîk a dûrî nîjadperestiyê nîşan dide. Ev tenê bi beşdarbûna çalak a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên siyasî û civakî yên demokratîk a di dema veguhêz de dikare pêk were. Ev dê Sûriyeyê bigihîne rêya aramî û aştiyê.”

Niêsa li ser ne pêkanîna van nêrînan jî hişyarî da û wiha pê de çû: “Paşguhkirina vê nêrîna me anî ziman, bêyî pêkanîna aramî û edaletê dê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibe. Dibe şerê navxweyî xurttir dewam bike. Tişta tê xwestin divê kombûyînek birêxistinikirî ya civakî û siyasî li dora Rêveberiya Xweser pêk were. Wekî girêdana li tevgera xelkên Siwêda tê nîşandan. Di heman demê de bi zêdekirina tekoşîna civakî ya li dijî desthilata niha ya Şamê.”

Siyasetmedar Xiyas Niêsa di dawiya axaftina xwe de got hêza gel a mezin ew rêya rast û misoger a pêkanîna siberojeke baştir a Sûriyeyê û pêkanîna aştî, aramî, azadî, wekhevî û edaleta civakî tenê bi wê pêk tê.

(dc)

ANHA