Parêzgarê Hesekê û wezîrê Perwerdeyê amadekariyên sala nû nîqaş kirin

Parêzgarê Hesekê Nûrdîn Ehmed û wezîrê Perewrede û Fêrkirinê Mihemed Ebdurehman Tirko rewşa perwerdeyê ya parêzgehê û amadekariyên pêşwazkirina xwendekaran, pêdiviyên wan, plana sererastkirin û berfirehkirina dibistanan nîqaş kirin.

Parêzgarê Hesekê û wezîrê Perwerdeyê amadekariyên sala nû nîqaş kirin
19 tebax, 2026   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna sala nû perwerdeyê (2026-2027) re, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û wezîrê Perewrde û Fêrkirinê Mihemed Ebdurehman Tirk hevdîtin li Şamê pêk anîn. Di hevdîtinê de rewşa perwerdeyê ya parêzgehê û asta amadekariyên pêşwazîkirina xwendekaran nîqaş kirin. Her wiha asta amadebûna Gerînendetya Perwerdeyê ya Hesekê ji bo sala nû, xebatên sererastkirina dibistanan, amadekariyên vekirina dibistanên nû hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê spasiya parêzgarê Hesekê û kadroyên wê yên perwerdeyê kirin, her wiha pesnê keda wan a şopandina dibistanan, rakirina astengiyan û amadekariyên wan ên pêşwazîkirina xwendekaran da.

Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê bal kişand ser tevkariya di entegrekirina qada perwerdeyê û ji nû ve sazkirina sazumaniya wê îdarî û perwerdeyê de û got avêtina gavên entegrasyonê, asta hemahengî û berpirsyariyên hevbeş ên ji bo pêşxistina qada perwerdeyê û siberoja xwendekaran nîşan dide.

Parêzgarê Hesekê jî got, ew desteka lojîskî didin qada perwerdeyê û hemahengiyê bi wezaretê re didomînin da ku destpêkek aram ji bo sala nû ya xwendinê û şert û mercên guncaw ji bo xwendekar û mamosteyan werin mîsogerkirn.

(bb)