Di êrişên li ser Xezayê de 7 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser nuqteyeke polîsan a Xezayê û kampa Nisêratê de 7 kes hatin kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de 7 kes hatin kuştin
19 tebax, 2026   16:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên bijîşkî dane ajansa Reutersê, di êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li ser xaleke polîsan a bajarê Xezayê de 6 kes hatin kuştin.

Xebatkarên tenduristiyê jî dane zanîn ku artêşa Îsraîlê êrişek din a hewayî li ser kampa Nisêratê ya naverasta Xezayê pêk anî, di encama vê êrişê de kesek hat kuştin.

Bi vê yekê êrişa kesên ku di êrişên îro yê Îsraîlê de hatine kuştin bûn 7 kes.

(bb)