Perwerdeya karmendên perwerdeyê ji bo sala nû didomin

Perwerdeyên fêrkirinê yên karmendên perwerdeyê li Parêzgeha Hesekê ku di çarçoveya amadekariyên destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027`an de pêk tên, didomin.

Perwerdeya karmendên perwerdeyê ji bo sala nû didomin
Perwerdeya karmendên perwerdeyê ji bo sala nû didomin
Perwerdeya karmendên perwerdeyê ji bo sala nû didomin
Perwerdeya karmendên perwerdeyê ji bo sala nû didomin
Perwerdeya karmendên perwerdeyê ji bo sala nû didomin
Perwerdeya karmendên perwerdeyê ji bo sala nû didomin
Perwerdeya karmendên perwerdeyê ji bo sala nû didomin
Perwerdeya karmendên perwerdeyê ji bo sala nû didomin
Perwerdeya karmendên perwerdeyê ji bo sala nû didomin
20 tebax, 2026   07:55
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ-MIHEMED NÛRÎ ELO

Gerînendetiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Hesekê bi hatina destpêkirina dewama îdarî ya dibistanan û di 6`ê Îlonê de xwendekar berê xwe bidin dibistanan, bi armanca amadekirina mamoste û mûdîran, ji bo kadroyên perwerdeyê, perwerde birêxistin kirine.

Der barê xalên perwerdeyê, girîngî û bandora wê li ser pêvajoya xwendinê, ajansa me hevdîtin bi mamoste û rêveberên ku beşdarî perwerdeyan bûne re pêk anî.

RÊVEBERIYA REFÊ Û PLANA DERSAN

Karmenda Perwerdeyê li Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Qamişlo Sifeya Ebdullah da zanîn ku bi awayeke sereke perwerdeya heyî bal dikşîne ser 2 xalên bi sernavê rêveberiya refê û plana dersan.

Sifeya Ebdullah diyar kir ku perwerdeyên têkildarî rêveberiya refê dest pê kir, wê paşê perewrdeya plana dersan dest pê bike. Sifeya destnîşan kir ku hefteya borî dest bi perwerdeya rêveberan hatiye kirin, niha jî mamosteyên dibistanan tên perwerdekirin.

Sifeya Ebdullah da zanîn ku wê perwerde heta dawiya Tebaxê (2026) dewam bike, ew perwerde li gorî beşan ji bo misogerkirina beşdariya mamosteyan ji bo hemû dibistanan pêk tê, armanca sereke jî zêdekirina agahiyan li gel mamosteyan e.

BER BI ŞÊWAZÊN FÊRKIRINÊ YÊN PÊŞKETÎ VE

Mûdîrê Dibistanan El Cedîd El Mihdîsa û yek ji karmendên ku beşdarî perwerdeyan bûye Farûq El Mixlif diyar kir ku ev perwerde di çarçoveya amadekariyên sala xwendinê ya 2026-2027`an de pêk tê, ew bi armanca pêşxistina asta agahiyên li gel mamoste û mûdîran çêdibin.

Farûq El Mixlif destnîşan kir ku beşdariya mamoste û mûdîran dihêle ku ew tişta ku di perwerdeyan de dîtine derbasî dibistanan bike, ji bo pêşxistina zanistî ya fêrkirinê, bi dûrketina ji şêweyên kevin û rotîn pêk tê.

Mamosteyê Qonaxa Seretayî li Qamişloyê Ebdulrehman Hisên da zanîn ku ew bi armanca naskirina şêweyên nû ji bo dersdayînê tevlî perwerdeyê bûye.

Ebdulrehman Hisên diyar kir ku tişta ku di perwerdeyan de tê dîtin, destekê dide mamosteyan ku xwe di asta dersdayînê de pêşbixin. Ji şêwazên kevnar derbasî rêyên pirrengîtir û aktîvtir bibin, ev dihêle ku xwendekar baştir fêm bike.

(sb)

ANHA