Parêzgarê Hesekê û şandeyek Saziya Bazirganiyê civiyan

Parêzgarê Hesekê bi şandeyek ji Saziya Bazirganî ya Sûriyeyê re civiya. Di civînê de rêbazên ji nû ve aktîvkirina xebata saziyê, pêşxistina rola wê ya xizmetguzarî û aborî li parêzgehê hatin nîqaşkirin.

Parêzgarê Hesekê û şandeyek Saziya Bazirganiyê civiyan
Parêzgarê Hesekê û şandeyek Saziya Bazirganiyê civiyan
Parêzgarê Hesekê û şandeyek Saziya Bazirganiyê civiyan
Parêzgarê Hesekê û şandeyek Saziya Bazirganiyê civiyan
7 îlon, 2026   17:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê edazyar Nûredîn Ehmed îro bi şandeyek ji Saziya Bazirganî ya Sûriyeyê bi serkêşiya gerînendeyê wê yê giştî re civiya.

Di civînê de rêbazê ji nû ve çalakkirina xebata saziyê, pêşxistina asta wê ya xizmetguzarî û aborî li parêzgehê nîqaş kir.

Di civînê de mercên guncaw ên ji bo ji nû ve aktîvkirina şaxê saziyê yê Hesekê, vekirina holên xerîderan hatin nîqaşkirin da ku pêdiviyên welatiyan ji made, kel û pelan werin peydakirin û bi bihayên guncaw werin pêşkêşkirin.

(f)