Di avahiya Gerînendeya Tenduristiyê ya Idlibê de şewat

Di avahiya Gerînendeya Tenduristiyê ya Parêzgeha Idlibê de şewat derket. Agahiyên der barê encamên şewatê de hatin zanîn.

Di avahiya Gerînendeya Tenduristiyê ya Idlibê de şewat
7 îlon, 2026   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di avahiya Gerînendeya Tenduristiyê ya Parêzgeha Idlibê de şewat derket.

Tîmên Parastina Sivîl û ambulans berê xwe dan cihên şewatê û kontrokirina agir didomînin.

Der barê sedemên derketina şewatê û encamên wê de agahiyên piştrast nehatin dayîn.

(bb)