Hêzek Îsraîlê ket gundewarê Quneytrayê

Hêzeke artêşa Îsraîlê ket gundê Terencê yê Quneytrayê û bombeyên dûmanî avêtin malên gundiyan. Di heman demê de balafirên keşfê li ser gund geriyan.

Hêzek Îsraîlê ket gundewarê Quneytrayê
7 îlon, 2026   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzeke Îsraîlê ku ji 3 erebeyên leşkerî û endamên piyade pêk dihat ket gundê Terencê yê bakurê Quneytrayê.

Nûçegihanê me ragihand ku leşkerên Îsraîlê bombeyên dûmanî avêtin malên gundiyan. Lê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin

Hate zanîn ku hemwextî ketina hêzê ya nava gund, balafirên keşfê yên Îsraîlê li ser gund geriyan.

Sedema ketina hêzê ya nava gund û dema mayîna wê ya li gund nehatin zanîn.

Di nava rojê de jî yekîneya Îsraîlê ya li baregeha El Cezîrê,  taxên gundên Meriya yê bakurê Derayê topbaran kir. Vê yekê tirs di nava gundiyan de çêkir.

(bb)