Parêzerên Siwêdayê piştgiriya xwendekarên fakulteya hiqûqê dikin

Hiqûqnasên parêzgeha Siwêdayê ji bo piştgiriya xwendekarên Fakulteya Hiqûqê însiyatîfek da destpêkirin. Di çarçoveya însiyatîfê de werşeyên taybet û semîner têne lidarxistin.

Parêzerên Siwêdayê piştgiriya xwendekarên fakulteya hiqûqê dikin
24 cotmeh, 2025   11:40
SIWÊDA

Komeke parêzerên Siwêdayê ji bo piştgiriya xwendekarên hiqûqê dest bi însyatîfeke dilxwaz kir. Di çarçoveya hemleyê de semîner û werşeyên kar ên hiqûqî di mijarên cuda de, têne dayîn. Xwendekarên ji Siwêdayê nikarin xwendina xwe li zanîngehên din ên Sûriyeyê temam bikin û bi taybet piştî bûyerên di zanîngehan de li dijî xwendekarên ji Siwêdayê, vê yekê dest pê kir.

Parêzer Xesan Hisên Xerzeldîn der barê însiyatîfê de ji ajansa me re axivî û got însiyatîfa wan bi armanca piştgiriya xwendekaran bi dilxwazî pêk hatiye. Xesan destnîşan kir ku însiyatîfa wan bi awayekî koordînekirî bi sendîkaya parêzeran re pêk tê û ev agahî da: “Yên semîner û werşeyan çêdikin, parêzerên xwedî tecrube ne. Bawernameyên wan ên master û doktorayê hene.”

Xesan da zanîn ku kesên bixwazin sûdê ji însiyatîfa wan bigirin divê serdana lînka li jêr bikin.

https://whatsapp.com/channel/0029VbBwH8GLNSZyw0oieW2e

(dc)

ANHA