Îran: Tevî peymanê jî lê bawerî bi Amerîkayê nayê

Îranê diyar kir ku tevî peymana destpêkê ya di navbera wan de, lê baweriya xwe bi DYAˊyê nayne.

Îran: Tevî peymanê jî lê bawerî bi Amerîkayê nayê
15 hezîran, 2026   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî îro di civîneke çapemeniyê ya heftane de diyar kir ku "bêbaweriya gelê Îranê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nîn e û li pêş Amerîkayê rêyek dirêj ji bo wergirtina baweriya Îraniyan heye."

Beqaî destnîşan kir ku Washington mecbûr e ku sozên xwe yên li gorî peymanê de bi cih bîne, nepêkanîna wan dê bibe sedema bersivek beramberî ji aliyê Tehranê ve.

Der barê Tengava Hurmuzê de jî, Beqaî diyar kir ku "Dê Tehran ji bo misogeriya trafîka ewle bi rêya tengavê re bi hevkariya Omanê û dewletên dîtir re ji bo demeke sînordarkirî tedbîrên bigire. Ew jî wê bi sozên Amerîkayê re hemaheng bin."

Beqaî anî ziman ku "Serwerî û statuya Îranê ya der barê Tengava Hurmuzê de bi tevahî parastî ye. Ji bo xizmetên ku em pêşkêş dikin dê paşê xerc werin standin."

Beqaî da zanîn ku ev rêya avê "ji bo Îranê pir girîng e. Tedbîrên ku me di çend mehên borî de girtine bi tevahî li gorî qanûna navneteweyî ne û armanca wan parastina serwerî û ewlehiya neteweyî ya Îranê ye."

(fr)