Parêzer Hesen Biro: Divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî

Parêzer Hesen Biro anî ziman ku Biryarnameya 13’an wek gaveke yekemîn girîng e, lê ew têrê nake ku gelê Kurd bigihêje hemû mafên xwe. Divê di destûra Sûriyeyê de nasname û zimanê kurdî werin naskirin.

Parêzer Hesen Biro: Divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî
26 nîsan, 2026   04:15
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Parêzer Hesen Biro têkildarî statuya zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de, ji ANHA’yê re axivî.

Hesen Biro di destpêka axaftina xwe de got: “Pêdivî pê heye ku destûra Sûriyeyê were guhertin. Di destpêkê de hebûna gelê Kurd ku weke neteweyeke resen a Sûriyeyê, were naskirin. Piştî têkoşîna gelê Kurd a 70 salan Biryarnameya 13`an hat derxistin. Ev biryarname ne çareserî ye, divê di destûra Sûriyeyê de gelê Kurd were naskirin.”

Hesen Biro ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê Sûriyeyê wiha got: “Di Biryarnameya 13’an de zimanê kurdî wek zimanekî neteweyî hatiye naskirin. Lê negihaştiye asta ku di destûrê de bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê. Divê zimanê kurdî bixin nava materyalên xwendinê li hemû parêzgehên Sûriyeyê, paytexta Sûriyeyê Şamê jî di nav de. Çawa zimanê erebî fermi ye, zimanê kurdî jî li Sûriyeyê bibe zimanê fermî. Bi vê gavê re dê dan û standin di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de xurttir bibe. Pirrengiya çandî û ziman li Sûriyeyê çavkaniya dewlemendiyê ne.”

Biro wiha dawî li axaftina xwe anî: “Biryarnameya 13’an şûna destûrê nagire. Destûr nasnameya welat e û xwe dispêre pirrengiyê. Ji ber vê yekê divê hinek biryarname di destûrê de werin guhertin. Ew biryarname wek destpêkê girîng e lê di destûrê de divê zimanê kurdî fermî bikin û gelê Kurd cihê xwe di avakirina Sûriyeyê de bigire.”

(np)

ANHA