Siyasetmedarê Sûriyeyî Hesen Ebdulezîm koça dawî kir

Siyasetmedarê Sûriyeyî û serokê Desteya Hemahengiya Neteweyî, Hesen Ebdulezîm, piştî nexweşiyeke giran koça dawî kir.

Siyasetmedarê Sûriyeyî Hesen Ebdulezîm koça dawî kir
25 nîsan, 2026   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer Hesen Ebdulezîm, ku yek ji siyasetmedarê li dijî rejîma Baasê bû, li paytexta Sûriyeyê Şamê di 94 saliya xwe de koça dawî kir.

Ebdulezîm di sala 1932'an de li gundewarê Şamê ji dayik bûye, li wir xwendina xwe ya zanîngehê li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Şamê temam kiriye. Her wiha bi dehê salan berê kar û çalakî di warên hiqûqî û siyasî de dest pê kiriye û şopeke zelal li ser dîmena Sûriyeyê hiştiye.

Ji sala 2011'an vir ve, parêzer Hesen Ebdulezîm wekî koordînatorê giştî yê Lijneya Koordînasyona Neteweyî ya Hêzên Guhertina Demokratîk kar dike.

(ac)

ANHA