Salvegera vekişandina hêzên Sûriyeyê ji Lubnanê; qey dê dîsa vegerin?

Hêzên Sûriyeyê sala 1976`an derbasî Lubnanê bûn û 26`ê Nîsanê 2005`an xwe ji Lubnanê vekişand. Piştî ku rejîma Baasê hilweşiya, tê gotin dibe ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîsa derbasî Lubnanê bibin.

Salvegera vekişandina hêzên Sûriyeyê ji Lubnanê; qey dê dîsa vegerin?
26 nîsan, 2026   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN

26`ê Nîsanê 2005`an hêzên Sûriyeyê bi temamî xwe ji Lubnanê vekişand. Hêzên Sûriyeyê sala 1976`an dema ku şerê navxweyî li Lubnanê qewimî, derbasî Lubnanê bûn. Hêzên Sûriyeyê xwest hevsengiyê çêkin û şerê navxweyî rawestînin. Piştî wê êdî Sûriyeyê destwerdana rewşa siyasî û ewlehî ya Lubnanê dikir. Di biryarên siyasî yên li Lubnanê de bandora Sûriyeyê hebû.

JI ALOZIYÊ BER BI TEQÎNA SIYASÎ VE

Sala 2005`an li Lubnanê gelek nakokiyên hundirîn çêbûn û li ser asta herêmê û navneteweyî guhertin bi lez çêbûn. Piştî ku serokwezîrê Lubnanê yê kevn Refîq El Herîrî 14`ê Sibatê 2005`an hat kuştin li Lubnanê gelek xwepêşandan bi navê `Serhildanên Rizgarkirinê` çêbûn.

Bi vê tevgera gel re daxwazên siyasî derketin pêş, êdî di çarçoveya serweriya Lubnanê de têkiliyên bi Sûriyeyê re di ber çavan re derbas kirin. Di heman demê de zextên navneteweyî, bi taybet biryarên Konseya Ewlehiyê ya 1559`an ku tê de tê gotin hemû hêzên biyanî xwe ji Lubnanê bikişînin, krîza hundirîn a Lubnanê kete rojeva navneteweyî.

HÊZÊN SÛRIYEYÊ XWE JI LUBNANÊ VEKIŞAND

Hêzên Sûriyeyê di bin çavdêrî û şopandina navneteweyî de destpêkê xwe ji herêmên dîtir ên Lubnanê vekişand El Buqaî, piştre 26`ê Nîsanê 2005`an bi temamî ji Sûriyeyê vekişiyan. Piştî wê Lubnanê ji aliyê siyasî û ewlehî ve dest bi pêvajoyeke nû kir. Di aliyê siyasî de gelekî bandor li ser Lubnanê kir û neqşeya hêzan ji nû ve hate xêzkirin. Piştî kuştina Refîq El Herîrî 14 Sibatê 2005`an parçebûyîn çêbû û 2 hêz hatin avakirin.

Hêza yekemîn a 14`ê Sibatê 2005`an bû, ev hêz piştî kuştina El Herîrî bi dirûşma xwe vekişandina hêzên Sûriyeyê û rastiya kuştina El Herîrî were aşkerakirin. Tevgera Siberojê, Partiya Sosyalîst a Pêşverû û hevalbendên din di nava Hêza 14`ê Sibatê de bûn. Ev hêz li dijî mayîna Sûriyeyê li Lubnanê bû.

Hêza duyemîn jî ya 8`ê Adarê bû. Ev hêz jî li dijî Hêza 14`ê Sibatê bi dirûşma `Bi Sûriyeyê re dilsoz bin` û li dijî zextên navneteweyî, derket. Hêza duyemîn di wê pêvajoyê de alîgirên Sûriyeyê bûn. Hizbullah, Tevgera Emel û hevalbendên dîtir di nava Hêza 8`ê Adarê de bûn. Ev parçebûyîna siyasî ya Lubnanê bi salan dewam kir, dengeyên hundirîn li ser bingeha herêmî û navneteweyî ji nû ve hatin çêkirin.

HEVSENGIYÊN SIYASÎ JI NÛ VE HATIN AVAKIRIN

Piştî ku hebûna leşkerî ya Sûriyeyê li Lubnanê bi dawî bû, têkiliyên Şam û Beyrûtê li ser bingeha dîplomasiyê dest bi pêvajoyeke nû kir. Her wiha di çarçoveya berjewendiyên her du dewletan de peyman çêdikirin. Êdî li beramberî destwerdanên herêmî û navneteweyî, girîngî didan serweriya Lubnanê.

Piştî şerê DYA-Îsraîl û Îranê, Îsraîl li Lubnanê êrişî Hizbullahê jî dike. Piştî ku li Sûriyeyê rejîma Baasê ku hevalbenda Îran û Hizbullah bû, hilweşiya, dibe ku di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) peyman çêbe. Eger di aliyê siyasî û leşkerî de derfet çêbin, dibe ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Iraq û Lubnanê êrişî hêzên girêdayî Îranê bike û piştre êrişî Îranê bi xwe jî bikin.

ZEXT TÊ KIRIN KU SÛRIYE BER BI ŞER VE BIÇE

Tê gotin ku Îsraîl û DYA zextê li hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikin da ku tev li şerê li herêmê bibe. Dibe ku êrişî hêzên girêdayî Îranê yên li Iraq û Lubnanê bikin.

Washington bi rêya nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê Tom Barrak ji Şamê re digot Lubnanê bixin ser Sûriyeyê, her wiha cezayên li ser Şamê rakin û dewletên Ereb û rojavayî di aliyê dîplomatîk de têkiliyên xwe bi Şamê re xurt bikin. Piştî ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê hat dem bi dem li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê di navbera wan û Hizbullahê de şer derketin lê ev pevçûn berfireh nebûn.

Îsraîlê zexta xwe li ser Şamê zêdetir kir. Li Sûriyeyê hinek herêm bombebaran kirin. Di daxuyaniyan de gef li Sûriyeyê xwarin û di aliyê ewlehî û leşkerî de bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re civiya. Til Evîv hewl dide hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî Hizbullahê şer bike.

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera diyar kir ku niyeta wan nîn e ku bikevin Lubnanê. Lê belê di van hefteyên dawiyê de ragihand ku ew tevgera şaneyên Hizbullahê li Sûriyeyê dişopînin. Dibe ku di demên pêş de Sûriye destwerdana Lubnanê bike.

NÊRÎNÊN DER BARÊ DESTWERDANA LUBNANÊ DE

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji aliyê leşkerî, ewlehî û civakî ve gelek hesabên wê hene ku nikare leşkerî destwerdana Lubnan û Iraqê bike. Hîna aramî li Sûriyeyê çênebûye û gaveke wisa dibe ku bibe sedema hilweşîna hikumeta demkî. Ji ber ku Hizbullah dikare li Sûriyeyê şaneyên xwe bixe nava tevgerê û li hember hikumeta demkî şer bikin.

Her wiha ev şer dê bibe şerê di navbera sunnî û şîeyan de, lewre hêzên şîe yên li Iraqê û Lubnanê dê li hember hikumeta demkî ya Sûriyeyê şer bikin. Dibe ku elewî jî li hember Şamê bikevin nava tevgerê.

Aliyê herî zêde destûr nade ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê bikeve vî şerî Tirkiye ye. Ji ber ku Tirkiye gelekî bandorê li ser polîtîka Sûriyeyê ya derve dike. Tê gotin ku Tirkiye, Îran û Hizbullah di aliyê ewlehî û leşkerî de alîkariya hev dikin, Îran di ser Tirkiyeyê re çekan ji Hizbullahê re dişîne. Di encama vê yekê de dibe ku li herêmê hevrikî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de xurt bibe.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ketiye rewşa yan dê li gorî polîtîka Tirkiyeyê biçe û çekan di ser Sûriyeyê re ji Hizbullahê re bişîne. Îsraîl berî niha hişyarî dabû ku dê kargeha li ser sînorê Şam û Beyrûtê hedef bigire.

Yan jî hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi Îsraîl û Amerîka re li hemberî Hizbullah û hêzên girêdayî Îranê li Iraq û Lubnanê, şer bike.

(np)

ANHA