Papayê Vatîkanê koçberkirina şêniyên Xezyê şermezar kir

Papayê Vatîkanê Robert Francis Prevost koçberkirina bi zorê ya şêniyên Xezayê şermezar kir û banga agirbestê kir.

Papayê Vatîkanê koçberkirina şêniyên Xezyê şermezar kir
17 îlon, 2025   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Papayê Vatîkanê Robert Francis Prevost îro koçberkirina bi zorê ya şêniyên Xezayê şermezar kir û da zanîn ku şêniyên Xezayê di "şert û mercên nayên qebûlkirin" de dijîn.

Papa got, "Ez nêzîkbûna xwe bi gelê Filistînî yê li Xezayê re diyar dikim, ku di nav tirsê de dijîn û di şert û mercên nayên qebûlkirin de ji bo jiyanê tê dikoşin, neçar in careke din  ji axa xwe birevin."

Papa di dewama gotina xwe de diyar kir ku, "Ez banga xwe ji bo agirbestê, berdana rehîneyan, çareseriyek dîplomatîk û rêzgirtina qanûna mirovî ya navneteweyî nû dikim." Papa bang li her kesî kir ku "dua bikin, da ku roka aştî û edaletê hilê. "

(k)