Li ser rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê dengê teqînê hat bihîstin

Li ser rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê dengê teqînên xurt hat bihîstin. Sedemên teqînê nayên zanîn.

Li ser rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê dengê teqînê hat bihîstin
17 îlon, 2025   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me daxuyand ku li ser rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê dengê teqînên xurt hat bihîstin. Lê sedemên teqînê nayên zanîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li ser rêya balafirgeha navborî dengê teqînê hat bihîstin, lê tu agahiyên zêdetir der barê bûyerê de nehat bidestxistin.

Li ser medyayên dîjîtal jî çalakgeran da zanîn ku li ser rêya balafirgehê erebeyek hat hedefgirtin.

(fr)

ANHA