Panoramaya hefteyê: Îsraîl ajandeyên Îranê tune dike, hevsengiyên Iraqê li ber xetereyê ne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de cih dan êrişên Îsraîlê yên li dijî alîgirên Îranê, rewşa li Iraqê û aloziya li Deryaya Sor.

Panoramaya hefteyê: Îsraîl ajandeyên Îranê tune dike, hevsengiyên Iraqê li ber xetereyê ne
7 ÇILE, 2024   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî kuştina Salih El Arûrî nûçeyek bi serenav `Kuştina El Arûrî berdewama hedefgirtina Mûsewî ye" parve kir. Rojnameyê diyar kir ku kuştina El Arûrî ji nava rêveberên din ên Hemasê, rasterast girêdayî Îranê ye. Nemaze ku cîhazê îstixbaratê yê Îsraîlê li Derve (Mosad) stratejiyek daye pêşiya xwe ku rayedarên girêdayî Îranê çi ji Hemasê yan jî Hizbullahê yan jî ajandeyên din ên Îranê bikuje.

 ’LI GEL PIRSGIRÊKÊN EWLEHÎ Û SIYASÎ, LI IRAQÊ SIYASETA HEVSENGIYAN LI BER XETERIYÊ YE’

Rojnameya  Independent Erebiya jî bal kişand ser rewşa Iraqê. Di nivîsê de hate  gotin "Xuya ye hewldanên hikumeta Çarçoveya Hemahengiyê ya Hêzên Şîe yên ji bo birêvebirina rewşa hevsengiyê ya têkildarî nakokiya Washington -Tehranê, têk çûne."

Rojnameyê cih da daxuyaniya nivîsgehê serokwezîrê Iraqê jî. Hate gotin "Çend saet piştî hedefgirtina (El Seîdî)  yek ji rêveberên Heşid Şabî El Sabî, nivîsgeha serokwezîrê Iraqê ragihand ku hikumeta Iraqê hewl dide demekê ji bo destpêkirina diyalogan diyar bike da ku tedbîrên bidawîkirina hebûna leşkerî ya Koalîsyona Navneteweyî diyar bikin."

TEVGERÊN ÎRANÊ LI DERYAYA SOR GEFEKE RASTÎN E LÊ NÎŞANDANA HÊZÊ YE?

Tora El Hura jî cih da geşedanên li Deryaya Sor û diyar kir ku tevgerên Îranê li Deryaya Sor zêde bûne ku keştiyeke şer şand wir. Li Deryaya Sor heta niha tevgera herî wêrek e ku li hember hêzên Amerîkayê nîşan dide.

Di rojnameyê de hate diyarkirin ku tu nîşane nînin ku Tehran bixwaze rasterast şerê Amerîkayê bike, ji ber ku keştiyên wê yên şer ji yên Amerîka kevntir e, Îran bi ve gavê dixwaze hêza xwe nîşan bide.

ANHA