Siyasetên dagirkeriyê bandorê li cotkar û aliyên jiyanê dikin

Piştî ziwabûna çemê Xabûrê ku jêdera sereke ya avdanê ye, cotkarên navçeya Şedadê neçar dibin ku enerjiya tavê ji bo pêxistina bîran bi kar bînin.

Siyasetên dagirkeriyê bandorê li cotkar û aliyên jiyanê dikin
Siyasetên dagirkeriyê bandorê li cotkar û aliyên jiyanê dikin
Siyasetên dagirkeriyê bandorê li cotkar û aliyên jiyanê dikin
Siyasetên dagirkeriyê bandorê li cotkar û aliyên jiyanê dikin
Siyasetên dagirkeriyê bandorê li cotkar û aliyên jiyanê dikin
Siyasetên dagirkeriyê bandorê li cotkar û aliyên jiyanê dikin
7 ÇILE, 2024   05:42
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Çemê Xabûr ê ku ji Bakurê Kurdistanê dihreike û di bajarê Serêkaniyê re derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe û li Dêrazorê tev li çemê Firatê dibe, ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ziwa bû.

Şêniyên navçeya Şedadê û gundên wê di avdana zeviyên xwe yên li keviyên çemê de pişta xwe didan çemê Xabûrê. Lê piştî ziwabûna çemê cotkaran berê xwe da çandiniya bejî.

Cotkar Beşar Remedan axivî û wiha got: "Zeviyên derdora çemê Xabûrê di salên dawîn de bejî tên çandin, ji ber wê jî zeviyên avî bûn bejî, sedem jî ziwabûna çemê Xabûrê ye."

Hin cotkar jî ji bo avdanê berê xwe didin enerjiya tavê ku lêçûna wê digihîje 3 hezar dolaran.

Hesen El Hayis ku enerjiya tavê bi kar tîne wiha axivî: "Hemwextî tunebûna sotemeniyê enerjiya tavê di vê demê de altarnatîfê aborî û jîngehê ye."

Li gor Gerînendetiya Çandiniyê ya navçeya Şedadê rêjeya zeviyên ku bi bîran tên avdan ên navçeyê nêzî hezar û 9 rêxistinên çandiniyê ye. Rûbera avî 98 hezar û 933 donim û ya bejî 27 hezar û 324 donim e.

Ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên li dijî şêniyên herêmê, şêniyên herêma başûr a bajarê Hesekê neçar dimînin ku li gor derfetên heyî avê ji bo çandiniyê peyda bikin.

(mh)

ANHA