Rêwîtiya 10 salan a berxwedanê: Çiya Qamişlo

Ebdulqadir Nayif ji rêya penaberiyê vedigere welat û bi hevalên xwe yên zarokatiyê re dibe şervan. Ebdulqadir navê Çiya Qamişlo hildigire û piştî têkoşîna 10 salan tev li karwanê nemiran dibe.

Rêwîtiya 10 salan a berxwedanê: Çiya Qamişlo
Rêwîtiya 10 salan a berxwedanê: Çiya Qamişlo
Rêwîtiya 10 salan a berxwedanê: Çiya Qamişlo
Rêwîtiya 10 salan a berxwedanê: Çiya Qamişlo
Rêwîtiya 10 salan a berxwedanê: Çiya Qamişlo
Rêwîtiya 10 salan a berxwedanê: Çiya Qamişlo
7 ÇILE, 2024   03:37
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Ebdulqadir Nayif 3`yê Tîrmeha 1997`an li Qamişloyê ji dayik dibe, xwendina xwe heta qonaxa navîn temam dike. Dema bavê wî Hisên Nayif sala 2001`ê di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da, kurê wî Ebdulqadir 4 salî bû. Ebdulqadir û birayê xwe yê biçûk Hisên Nayif jiyana xwe li gel dapîra xwe didomîne. Ebdulqadir û birayê xwe li ber destê dapîra xwe mezin dibin. Ebdulqadir jiyana xwe bi xalanê xwe re wekî bira diborîne.

`KÊFA MIN JI WELATÊ MIN RE TÊ, EZ JÊ DERNAKEVIM`

Bi destpêka aloziya li Sûriyeyê re pêla penaberiyê li herêmê bilind bû, xalanên Ebdulqadir Nayif jî xwestin wî û birayê wî derxin derveyî welat. Ebdulqadir bi wan re derket, piştî çend mehan li derve dimîne, vedigere welat. Piştî vegerê ji dapîra xwe re Emîne Xidir re dibêje “Ez dest ji xaka xwe bernadim, kêfa min ji welatê min re tê û ez jê dernakevim.”

Ebdulqadir di sala 2013`an de bi hevalên xwe yê zaroktiyê re tev li nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê dibe tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û di  di Tabûra Şehîd Sebrî ya li bajarê Qamişlo de cih digire. Ebdulqadir bi rêhevalên xwe re beşdarî gelek pêngavên rizgarkirina herêmê ji çeteyên Cebhet El Nusra, DAIŞ, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bûn. Herî dawîn li hemberî êriş û kiryarên hikumeta Şamê û çeteyên girêdayî wê berevanî li ber warê xwe kir.

HEVRÊYÊN WÎ NAVÊ `ÇIYA QAMIŞLO` LÊ KIR

Ebdulqadir Nayif li ser daxwaza hevalekî xwe û li ser navê fermandarê YPG`ê Çiya Rûs (Merdalî Silêman) ku di 23`yê Nîsana 2017`an li kantona Cizîrê şehîd bû, navê Çiya Qamişlo radike. Ebdulqadir Nayif jî ji ber li gorî bejin, bal û giraniya xwe wekî çiya tê dîtin, lewma hevalên wî bi ev navê lê kir.

Hevrêyê Ebdulqadir Nayif Rizgar Îbrahîm wiha behsa wî kir: “Di şeran de leheng bû, bê tirs nêz dibû. Cihê moraldayînê bû û min hevaltiya rast pê re dît.”

Dapîra Ebdulqadir Nayif Emîna Xidir qala dan û stendineke xwe pê re kir û got: “Dema di navberê de dihat malê min jê re digot ma tê her roj bê navberê hevalên te gelekî nayên? Wiha bersiva min da: Wê rojekê hevalên min li ser milan min bînin`. Her dem şehadet di bîra wî de bû.”

Çiya Qamişlo wekî şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî operasyona xurtkirina ewlehiyê ya li Dêrazorê bû ku li dijî çeteyên girêdayî hikumeta Şamê hatibû lidar xistin. Çiya li bajarokê Mergeda yê girêdayî bajarê Hesekê di 11`ê Kanûnê de birîndar bû û  di rêya vegera li nuqteya ku şerê lê rûdaye de şehîd bû. Li vir gotina ku Şehîd Çiya Qamişlo ya ji dapîra xwe dikir bi cih hat û bi vî derbasî nava karwanê şehîdan bû.

‘PARÇEYEK JI CANÊ MIN QETIYA’

Şehîd Çiya Qamişlo di nava hevalên xwe de bi kesayeteke xwedî danûstendineke dirust, rû li ken û dil pak dihat naskirin. Rêhevalê wî Rizgar Îbrahîm li ser şehadeta wî got: “Dema min xebera şehadetê bihîst, weke ku parçeyek ji canê min veqete.”

Dapîra Şehîd Çiya Qamişlo Emîne Xidir jî got: "Heke hêjayî şehadetê nehatiba dîtin, şehîd nedibû. Wî rêya hevalê xwe hilbijartibû."

ANHA