Berdevkê Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Desthilata Şamê berpirsa êrişên dewleta Tirk e

Berdevkê Partiya Sûriyeya Pêşerojê bang li desthilata Şamê kir ku benda agirbestê bi lez bi cih bîne û helwesta xwe li hember komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, nîşan bide.

Berdevkê Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Desthilata Şamê berpirsa êrişên dewleta Tirk e
30 adar, 2025   06:15
REQA
DÎMA MIHEMED

Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilata Şamê 10’ê Adarê wek gava pêşîn a ber bi aramkirinê ve, peymanek ji 8 bendan îmze kir. Yek ji bendên peymanê jî agirbesta li tevahî Sûriyeyê ye. Tevî vê bangê ku ji aliyê hêzên navneteweyî û gel ve hat piştgirîkirin, lê dewleta Tirk a dagirker êriş û komkujiyên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Der barê mijarê de berdevkê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îyad El Xetîb ji ajansa me re axivî.

Îyad El Xetîb bal kişand ser lihevkirina di navbera QSD û desthilata Şamê de û got: "Di encama dan û standinan de peyman hatin îmzekirin ku bi rêya komîteyên pispor rê li ber destpêkirina qonaxa dan û standinan vedikin. Di nava van peymanan de mekanîzmayên rêxistinî yên tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di nava sîstema leşkerî ya dewleta Sûriyeyê de û tevlêkirina Rêveberiya Xweser di nava dewletê de, li gorî xwe aranjmanên taybet hene."

El Xetîb diyar kir ku benda sêyemîn a peymanê teqeziyê li ser girîngiya agirbestê wekî pêngava bingehîn a garantiya îstiqrara herêmê dike û wiha dom da axaftina xwe "Tevî van lihevkirinan lê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên sîstematîk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Beriya çend rojan komkujiyek li gundewarê Kobanê hat kirin û di encamê de ji malbatekê 10 kes bûn qurbanî ku piraniya wan zarok û jin in."

El Xetîb bang li desthilata Şamê kir ku berpirsyariyên xwe yên parastina serdestiya welat bi rêya kanalên siyasî û dîplomasî û pêkanîna zextê li çeteyên êrişkar bi cih bînin.

Îyad El Xetîb destnîşan kir ku tevî îdiayên dewleta Tirk a dagirker aşkera bûne, lê êrişên wê niyetên wê yên domandina dagirkeriya xwe li ser hesabê gelê Sûriyeyê û erdîngariya welat derdikevin holê.

Berdevkê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îyad El Xetîb di dawiya axaftina xwe de got, divê agirbest li tevahiya Sûriyeyê pêk were û diyalogên navxweyî dest pê bikin. Her wiha anî ziman ku di serî de dewleta Tirk divê tevahî aliyên herêmî pabendî lihevkirinên di navbera QSD û desthilata Şamê de bibin û got, divê derfet li pêşiya hemû aliyan bê vekirin da ku pirsigrêkên heyî çareser bikin û der barê Sûriyeya nû de bigihêjin lihevkirinekê.

(bb)

ANHA