Panorama Hefteyî: El Şeri li Washingtonê ye li Iraqê Sadir û Malikî wind kirin

Çavdêran diyar kir ku hevdîtina Ehmed El Şeri bi Trump re dikare ji bo Sûriyeyê dikare barê Sûriyeyê giran bike û wê veguherîne meydanek ji bo şerên desthilatdariyê yên navneteweyî. Li Iraqê alîgirên El Sadir û El Malikî winda kirin. Sûdanê jî qonaxek tevlihev a pevçûnên dijwar dijî.

Panorama Hefteyî: El Şeri li Washingtonê ye li Iraqê Sadir û Malikî wind kirin
16 mijdar, 2025   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî, li ser hilbijartinên Iraqê, pêşketinên li Sûdanê [ serdana serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, Ehmed El Şari bo Washingtonê, nivîsî.

LÊÇÛN Û QEZENCÊN PÊŞWAZÎKIRINA EL ŞARI LI KOŞKA SPÎ

Rojnameya El Quds El Erebî serdana El Şari wek hewldaneke ji bo xurtkirina rewatiya xwe ya navxweyî û navneteweyî, rakirina cezayên DYA`y û navneteweyî yên li ser rejîma xwe, û bi destxistina piştgiriya siyasî û aborî ya ku dê desthilatdariya wî di serdema piştî Esed de xurt bike, bi nav kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku El Şari, di berdêla wê de, dê şertên tund ên Amerîkayê pêk bîne, ji wan şertan qutkirina têkiliyên bi mîrata cîhadîst re, tevlîbûna hevpeymaniya dijî-terorê, û şerê li dijî komên tundrew di nav axa Sûriyeyê de.

Rojnameyê nivîsî ku hevdîtina El Şari bi Trump re dibe ku buhayekî giran bide ser Sûriyeyê, dikare Sûriyeyê veguherîne qadeke ji bo dabeşkirina bandora navneteweyî û şirketên derveyî sînor. Lê her gelê Sûriyeyê dê ji vê dîmena nû ya vebûnê dûr be.

‘BOYKOTA SEDR RÊ LI BER PÊŞVEÇÛNA HEVRIKÊN WÎ BO SER DESTHILATÊ NAGIRE’

Rojnameya El Ereb cih da hilbijaritnên Iraqê û diyar kir ku rêjeya beşdarbûnê ji sedî 56 derbas bûye ku ev yek têkçûna bangên oldarê şîe Muqteda El Sedr ji bo boykotkirina hilbijartinan nîşan dide û pirsan li ser asta rasteqîn a giraniya wî di nava gel de derdixe holê.

Rojnameyê destnîşan kir ku herî zêde serokê hikumetê Mihemed Şiya El Sûdanî sûd ji boykotkirina El Sedr wergirt û da zanîn û beşeke alîgirên El Sedr dengên xwe dan El Sûdanî da ku li ber vegera Nûrî El Malikî bo qada siyasî bigirin. Li gorî rojnameyê, serketina hilbijartinan ji derveyî detayên hûrgiliyên wê binkeftineke siyasî ya El Sedr e.

’SÛDAN BI NE ZELALIYÊ RÛ BI RÛ YE’

Rojnameya El Nehar ku cih da rewşa Sûdanê destnîşan kir ku Xertûm "di qonaxek aloz a pevçûnên xwînî a di navbera hêzên artêşê yên bi serokatiya Ebdulfetah El Burhan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn yên bi serokatiya Mihamed Hemdan Degelo (Hemedtî) de ye."

 Rojnameyê zêdebûna tundûtûjiyê bi redkirina entegrekirina Hêzên Piştevaniya Lezgîn di nav artêşê de ve girêda û da zanîn ku ev yek bûye sedema pevçûnek kûrtir ji nakokiyek siyasî.

Rojnameyê destnîşan kir ku ’’tiştê diqewime dişibihe senaryoyên dewletên veguhêz ên têkçûyî ku nekarîne demokrasiya rastîn bi dest bixin: gelên dixwazin azadî û edaletê bi dest bixin, lê rêxistin û rêveberî kêm in, di heman demê de beşa leşkerî dest li her tiştî werdigire."

Li gorî rojnameyê, Sûdan a êsîra tundî û têkçûna siyasî ye, li benda kêliyeke dîrokî ye ku hêviya ji dest daye vegerîne.

‘QONAXA DUYEMÎN A PLANA TRUMP ASTENG DIBE’

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser pirsgirêkên li pêşiya qonaxa duyemîn a plana serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump a ji bo Xezayê ku di civîna li Şerm El Şêxê de hate pejirandin û di 10’ê Cotmehê de ket meriyetê.

Rojnameyê diyar kir ku gumanên li ser pêkanîna planê zêde dibin û sedema vê yekê jî spart "binpêkirinên dubare yên agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve, bombebarana berdewam, nevekirina deriyê Refehê û rêgirtina li ber alîkariyên mirovî".

Rojnameyê destnîşan kir ku plana Trump bi astengiyên siyasî, yasayî û ewlehiyê re rû bi rû dimîne, bi taybetî "avakirin û bicihkirina hêzên aştiyê yên navneteweyî, nezelaliyên di rêgez û bicihkirinê de, bêçekkirina Hemasê û vekişîna hêzên Îsraîlî berî bicihkirina hêza navneteweyî. Dîsa nakokiya li ser rola Konseya Aştiyê ku tê texmînkirin ku bi demkî Xezayê bi rê ve bibe, metirsiyên ku ew konsey veguhere "konseyeke parêzvaniyê ku biryara Filistînê kontrol dike,  redkirina gelek welatan ji beşdarbûna di hêza aştiyê de, ji ber ku Îsraîl dixwaze welatên beşdar bi xwe hilbijêre."

Rojnameyê da zanîn ku rêveberiya Trump hewl dide planê bi şandina Jared Kushner bo Îsraîlê rizgar bike da ku rewşê aram bike û Netanyahu razî bike ku rageşiyê rawestîne.