Li dijî hevşaredarê Baxozê êriş

Li dijî hevşaredarê bajarokê Baxozê yê Dêrazorê êrişeke sûîqastê hat kirin.

Li dijî hevşaredarê Baxozê êriş
15 mijdar, 2025   23:16
HESEKÊ

Nûçegihanên me ragihand ku çekdarên nenas ku li ser motorsiklê bûn, gule berdan erebeya hevşaredarê bajarokê Baxozê Ehmed Nafii Tuma.

Di encama êrişê de tenê zirarên madî li erebeyê bûn.

(k)