Li rojavayê Humsê tevlihevî û rewşa nearam didomin

Li gundewarên rojava yê Humsê ji ber zêdebûna tevliheviyê û sûcên kuştin û revandinê yên ji aliyê komên çekdar ên xwecih û komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, şênî zehmetiyan dikişînin. Hikumeta veguhêz tu gav ji bo destpêkirina lêpirsînan û hesabxwestina ji sûcdaran neavêtine. Her wiha zêdebûna qaçaxtiya pez ber bi Lubnanê ve jî rewşeke tirsnak di nav şêniyan de çêkiriye.

Li rojavayê Humsê tevlihevî û rewşa nearam didomin
16 mijdar, 2025   03:40
HUMS

Li gundewarên rojava yê Humsê bûyerên dizî û talaniyê didomin, bi taybetî dizîna pez, revandin û kuştin. Li hemberî van sûcan hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu gav ji bo parastina sivîlan neavêtine.

Li gorî mexdûran, komên çekdar ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li gundên stratejîk ên sereke yên nêzî rêya Hums-Tertûsê wekî Rebîa, Fayziye, Brabo, Denha, Cober, Xirbet Tîn, Xirbet Xazî, Sinûn, Seyadiye û gundên din ên nêzî sînorê Lubnanê sûcên kuştin û diziyê dikin.

Hin şêniyan diyar kir ku ji sûcdaran Ehmed El Meşhedanî (Ebû Şihab), Omer El Xibrêş (Ebû Sexir) û Xalid El Meşhedanî (kurê Ebû Şihab) hatine naskirin.

Sûcdar bi rêbazên wekî îdiakirina ku kesek li ba hêzên ewlekariyê hatiye xwestin yan jî bi rêya sozdayîna berdana girtiyan, welatiyan dixapînin. Her wiha ji bo welatiyên xwedî sermiyan jî rêbazên wan ên xapandinê hene.

Li gorî şahidan, pezê ku tê dizîn bi awayekî nerewa ber bi Lubnanê ve tê şandin.

Yek ji welatiyan got ew neçar bû ji bo xwe biparêze pere bide û gelek şêniyên herêmê ji bo ku ew neyên astengkirin, van rastiyan aşkera nakin.

Her wiha hat zanîn ku toreke mezin a sîxur û muxbîran jî heye.

Hemwextî vê rewşê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu gav ji bo pêkanîna ewlehiyê û hesabxwestina ji sûcdaran nevaêtine, ev jî dihêle şêniyên herêmê her tim di rewşeke metirsiyê de bin.

Tevî bangên şêniyan, hîn tu encam nehatine dîtin. Piraniya bangên şêniyan ew in ku rêxistinên hiqûqî û hêzên bêalî derbasî herêmê bibin û van binpêkirinan rawestînin.

(mh)