'Em çawa bi hev re derketin em ê bi hev re vegerin jî'

Koçberê ji qebîleya Tey destnîşan kir ku vegera li Efrînê dê vegereke birûmet be û got "Em xwediyên xakê ne, ji bo rizgarkirina wê me bedelên giran dan. Wek çawa em bi hev re derketin, em ê bi hev re vegerin jî.”

'Em çawa bi hev re derketin em ê bi hev re vegerin jî'
'Em çawa bi hev re derketin em ê bi hev re vegerin jî'
'Em çawa bi hev re derketin em ê bi hev re vegerin jî'
'Em çawa bi hev re derketin em ê bi hev re vegerin jî'
7 kanûn, 2025   02:35
TEBQA

Li kantona Tebqayê, li 3 wargehên demkî zêdetirî 15 hezar koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê yên ji hemû pêkhateyan di rewşên zehmet de dijîn. Vê tecrube hişt xwişk û biratiya di navbera pêkhateyan de xurttir bibe.

Koçber Cemal El Hesanî yê ji qebîleya Tey a Ereb nimûneya vê yekê ya di navbera koçberên Efrîn û Şehbayê de nîşan dide.

El Hesanî di sala 1961'an de li Efrînê ji dayik bûye, zarokatî û ciwaniya xwe lê derbas kiriye, piştre ji bo kar û debara jiyanê berê xwe daye Lubnanê û nêzî 40 salan li wir maye. Bi destpêka krîza Sûriyeyê re ew vegeriya Efrînê lê piştî dagirkirina bajêr ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, ew ji bajêr ber bi Şehbayê ve hat koçberkirin. Li Şehbayê 7 salan ma û careke din ber bi kantona Tebqayê ve hat koçberkirin.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 22'yê Adara 2018'an, hejmara koçberên Efrînê yên ku ber bi Şehbayê ve koçber bûne 167 hezar bû, lê belê hejmara rastîn nêzî 200 hezar e. Di malên koçberan de malbatên çeteyan hatin bicihkirin û guhartina demografiyê ya herî mezin di dîroka nûjen de li herêmê hat pêkanîn.

Di dawiya 2024'an de jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî herêma Şehbayê êriş pêk anî. Li gorî hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçberan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed, di encama êrişê de nêzî 121 hezar şêniyên Efrîn û Şehbayê ber bi Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve koçber bûn.

El Hesanî diyar kir k utu carî wî cudahî di navbera pêkhateyan de nedîtiye û got: "Em li Efrînê mezin bûn me cudahî nas nedikir. Di nav xelkên me yên Kurd de tu carî min hest nekir ku ez ji pêkhateyeke din im. Em hertim yek gel bûn, çarenûsa me jî yek e. Birayên me yên Kurd ji hezkirina xwe ya ji me re, em didan pêşiya xwe.”

El Hesanî wiha domand: "Em wekî koçber, bi tevahî me zehmetî kişand. Ji bo vegerê, em xwediyên xakê ne, ji bo rizgarkirina wê jî me bedelên giran dan. Wek çawa em bi hev re derketin, em ê bi hev re serî bilind vegerin. Em vegera bi tek qebûl nakin."

Der barê sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de El Hesanî got: "Sûcên wan ên li dijî zarok, jin û rûspiyan kiryarên kêm û li dijî nirx û exlaqê ne."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kurê El Hesanî, Mihemed Cemal El Hesanî ye ku di 11'ê Adara 2018'an de di berxwedana Efrînê ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li gundê Birîmce şehîd bû.

El Hesanî li ser şehadeta kurê xwe got: "Kurê min xwedî li erka xwe ya nîştimanî derket, xak û namûsa xwe parast û wekî lehengên din ên Efrînê gihîşt asta şehadetê. Ez serê xwe bi şehadeta kurê xwe ya ji bo parastina xak û gelê Efrînê bilind dikim.”

Di dawiya axaftina xwe de El Hesanî got: "Em ji dagirkerên xaka xwe re dibêjin Efrîn dê her azad û ya zarokên xwe bimîne."

(mh)

ANHA