Panorama: Agirbest sîst e, Lubnan navenda ceribandinê ye

Der barê agirbesta di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de nirxandinên cuda derketin. Hinekan ev yek wekî agirbesteke demkî ku derî li mûzakereyan veke bi nav kirin. Hin din jî diyar kir bi agirbestê navbereke kurt didin şer û ji ber dosyayên bi nakok hîna nehatine çareserkirin, dibe ku şer careke din dest pê bike.

Panorama: Agirbest sîst e, Lubnan navenda ceribandinê ye
12 nîsan, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl û Dewletên Yekîneyên yên Amerîka (DYA) li aliyekî û Îranê li aliyekî, bandora şer û dan û standinên li Îslamabadê rojevên hefteya borî yên medyaya cîhanî û erebî bûn.

‘GELO EW BÊHNVEDANEKE DI NAVBERA 2 ŞERAN DE YE?’

Rojnameya El Şerq El Ewset destnîşan kir ku dan û standin hewldanek in ji bo ceribandina îhtîmala xwegihandina çareseriyekê, lê hişyarî da ku berdewamiya sedemên şer dikare şer ji nû ve gur bike, bi taybet ji ber ku Washingtonê piştrast kir ku amade ye operasyonên leşkerî ji nû ve dest pê bike, ger dan û standin bi ser nekevin.

Rojnameyê diyar kir ku newekheviya di hevsengiya hêzê de di navbera her du aliyan de dihêle ku mirov nekare behsa hevsengiyeke rastîn bike, tevî ku Tehranê tiştê derket holê wek serkeftin nîşan daye.

Rojnameya El Nehar jî nivîsî ku agirbest ne bidawîhatina şer e, lê belê agirbesteke demkî ye ku berdewamiya wê bi encamên dan û standinan di navbera du hefteyan de ve girêdayî ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku zexta navneteweyî û lêçûna zêde ya şer alî neçar kirin ku dan û standinan qebûl bikin, lê pirsgirêkên sereke nehatine çareserkirin, bi taybetî vekirina Tengava Hurmuzê, bernameya nukleerî ya Îranê û ewlehiya herêmî.

‘PEYMAN ŞERÊ LI SER LUBNANÊ RADIWESTÎNE YAN ÎSRAÎL HEWL DIDE WÊ TÊK BIBE?'

Malpera Al Modon jî têkildarî agirbesta demkî ya 2 hefteyan ev nirxandin kir: “Lihevkirina agirbestê ji şîroveyên nakok derketiye holê. Lewre jî ji saetên pêşîn ve sist e, nemaze ji ber ku Îsraîl û DYA qada Lubnanê ji çarçoveya agirbestê derxistin û Beyrût û herêmên ditîr bi dijwarî hatin hedefkirin. Bi vê yekê hewl didin beriya dan û standinên pêşbînkirî rewşên meydanî li ser erdê bidin ferzkirin."

Li gorî malperê, 3 vegotinên nakok hene û wiha rêz kirin: "Tehran û Îslamabad peymanê berfireh amade dikin, lê Washington wê wek dualî bi nav dike. Îsraîl operasyonên xwe yên leşkerî didomîne. Ev jî dihêle agirbest ji peymaneke girêdayî bêtir wek pencereyeke dan û standinê be.”

SENARYOYÊN JI BO LUBNANÊ DI ŞERÊ HERÊMÎ DE

Rojnameya Erebiye Indipendit li ser senaryoyên li Lubnanê nivîsî û diyar kir ku eniya Lubnanê dikare bibe yek ji qadên herî tevlihev, ji ber girêdaya di navbera faktorên navxweyî bi nakokiya herêmî re.

Rojnameyê destnîşan kir ku pirbûna navendên biryardanê di nav dewleta Lubnanê de, digel rola aktorên nehikûmî, hêza Beyrûtê ya strandina helwestek yekgirtî sînordar dike, û îhtîmala aloziyê zêde dike.

Rojnameyê her wiha behsa senaryoyên li ser erdê kir, wek berfirehkirina operasyonên leşkerî li ser sînorê başûr an guhertinên nexşeya desthilatdariyê di nav welêt de, ku aloziya berdewam a di navbera Îsraîl û Hizbullahê de hîna berdewam dike.