Siyasetmedar Salih Mihemed Ebdo: Pêdiviya tevgera kurdî bi lêvegerekê heye

Endamê Polîtburoya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Salih Mihemed Ebdo diyar kir ku Kurd îro ji her demê bêtir nêzî çareserkirina pirsgirêka kurdî bûne û tevgera kurdî derbasî merheleyeke nû bûye ku xurtkirina yekitiyê û avakirina lêvegereke kurdî ya giştî hewce dike.

Siyasetmedar Salih Mihemed Ebdo: Pêdiviya tevgera kurdî bi lêvegerekê heye
12 nîsan, 2026   03:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Endamê Polîtburoya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Salih Mihemed Ebdo der barê guhertin û veguhertinên bilez ên li ser asta Sûriyeyê, herêmê û cîhanê û girîngiya avakirina yekitiya kurdî de ji ajansa me re axivî.

Salih Mihemed Ebdo diyar kir ku li gel guhertinên bilez ku li Sûriye, herêmê û cîhanê çêdibin, yekitiya kurdî bûye pêwîstiyek û got Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê ji dema ava bûye, banga yekitiya kurdî dike. Ebdo destnîşan kir ku hêza Kurdan di yekitiya wan de ye û bang li partî û hêzên siyasî, rewşenbîr û hemû beşên civakê kir ku di pêkanîna yekitiyê de bi rola xwe rabin.

Salih Mihemed Ebdo di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku dijminên Kurdan di dirêjahiya dîrokî de nakokiyên navxweyî û pirsgirêkên di navbera Kurdan de ji bo bicihanîna armanca xwe ya lawazkirin û parçekirina Kurdan de bi kar dianîn û got, divê ev parçebûn were derbaskirin û xebata hevpar were xurtkirin.

Ebdo bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ku 26'ê Nîsana 2025'an li bajarê Qamişloyê pêk hatibû û belgeya siyasî ya ku di encama konferansê de derket, wek gava destpêkê ya ber bi pêkanîna yekitiyê ve bi nav kir.

Ebdo anî ziman ku avakirina lêvegereke kurdî ji bo bihêzkirina yekitiyê, bi taybetî li gel guhertinên ku li herêmê û cîhanê rû didin û bûyerên dawî ku li Rojava qewimîne bûye pêdiviyek.

Mihemed Salih Ebdo destnîşan kir ku Partiya Çep ji roja hatiye damezirandin ve, ji bo avakirina vê lêvegerê di nava hewldanan de ye û wiha dom da axaftina xwe: “Me gelek civîn û panel bi rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî pêk anîn. Ev hewldan ji aliyê civaka Kurd ve hat pêşwazîkirin. Dibe ku di demên pêş de li Rojava civînên berfireh ji bo avakirina lêvegereke kurdî ya giştî werin lidarxistin.”

Ebdo anî ziman ku destwerdanên derve di kar û barên Sûriyeyê jî di nav de gelek astengî li pêşiya yekitiya kurdî hene. Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk û hikumeta demkî hin dosyayan, wekî doza dîlgirtiyan bi kar tînin da ku nakokiyan di nava Kurdan de çêke. Salih Ebdo got, Kurd bi zanebûn û hêza xwe dikarin van planan pûç bikin.

Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku divê çarçoveya hevdîtin û diyalogan piştî konferansa yekitiya kurdî were firehkirin da ku nêzîkbûn di navbera partiyên siyasî û pêkhateyên civakê de were xurtkirin û helwestan wan bibe yek.

Mihemed Salih Ebdo, guhertinên li Rojhilata Navîn û cîhanê wekî fersendekî ji bo Kurdan li çar aliyên Kurdistanê bi nav kir ku karibin nêzîkbûneke rasteqîn pêk bînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin.

Ebdo her wiha îşaret bi êrişên dawîn yên li ser herêmên Kurdan kir û got, ev êriş hestên piştevanî û helwesta hevpar xurt kir, ev jî nîşaneyek girîng e ku hêviyê yekitiyê xurt dike.

Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku ev pêşketin dehfeke ji bo xurtkirina xebata hevbeş û yekkirina helwesta Kurdan e. Di heman demê de banga têkoşînê, xurtkirina têkiliyan bi hêzên democrat ên çepgir û gelên bi mafê diyarkirina çarenûsê ve bawer in, kir. Ebdo destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê, Kurdan tenê eleqedar nake, lê belê girêdayî siberoja tevahî sûriyeyan. Her wiha got, pêşketina rewşa welat girêdayî dîtina çareseriyeke adilane ji doza Kurd.

Ebdo her wiha piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan a yekitiya kurdî û hêvî kir ku ev bang pêk were û derbasî merheleyeke nû bibe.

Endamê Polîtburoya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Salih Mihemed Ebdo diyar kir ku pirsgirêka Kurd di qonaxa çareseriyê de ye û tevgera kurdî li Kurdistanê ji her demê bêtir nêzî hev bûne.

(bb)

ANHA