Ji ber kirîza sotemeniyê li Hesekê ajokar demên dirêj li benda dorê dimînin

Li bajarê Hesekê pirsgirêka kêmbûna benzînê kûrtir dibe, bi sedan otomobîl li ber îstasyonê rêzên dibin. Heldanên çareserkirinê jî dewam dikin.

Ji ber kirîza sotemeniyê li Hesekê ajokar demên dirêj li benda dorê dimînin
Ji ber kirîza sotemeniyê li Hesekê ajokar demên dirêj li benda dorê dimînin
Ji ber kirîza sotemeniyê li Hesekê ajokar demên dirêj li benda dorê dimînin
Ji ber kirîza sotemeniyê li Hesekê ajokar demên dirêj li benda dorê dimînin
Ji ber kirîza sotemeniyê li Hesekê ajokar demên dirêj li benda dorê dimînin
12 nîsan, 2026   06:45
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Li bajarê Hesekê pirsgirêka kêmbûna benzînê kûrtir dibe, bi sedan otomobîl li ber îstasyon El Sefa li benda dora xwe ne ku benzînê bistînin. Ji ber hijmara zêde ya tirimbêlan hin ajokar neçar dimînin ku di otomobîlên xwe de an jî li nêzî îstasyonê razên.

Der barê mijarê ajokarê bi navê Sultan Abdulla got, "Em li benzînxaneyê radizin. Sotemenî tenê li vê îstasyonê heye. Ji ber vê yekê, em neçar in ku tevahiya rojê li rêzê bisekinin da ku para xwe bistînin. Ji ber dora dirêj em nikarin xwarin jî bixwin."

Abdulla pirsî, "Çima benzîn tenê ji bo yek stasyonî tê veqetandin li şûna ku li ser çend stasyonan were belavkirin? Ger benzîn li 4 an 5 stasyonan were belavkirin, em ê neçar nemînin ku ewqas dirêj li bendê bimînin. Em rojek an 2 rojan li vir derbas dikin, karê xwe dihêlin, bi hêviya ku sotemeniyê bistînin, ev yek bandorek neyînî li ser debara me dike."

Ajokarê bi navê Ehmed El Necm got, "Benzîn nagihîje piraniya stasyonên benzînê, û bi hezaran otomobîl li bajêr hene. Ji ber vê yekê, stasyonek nikare vê daxwaza mezin bicîh bîne. Ez ji duh ve li vir li bendê me. Gava ku benzîn digihîje vê stasyonê, her kes ber bi wê ve diçe. Ger sotemenî li ser çend stasyonan were belavkirin, em ê vê krîzê nejîn, û ew ê bi tevahî çareser bibe. "

Xwediyê stasyona El Sefa, Samî Diyab diyar kir ku mîqdara benzînê ya dighêje wan kêm e û têra daxwaza xwediyên otombîlan nke. Diyab da zanîn ku çareserî ew e ku tora belavkirinê brferh bibe û benzîn bighêje hejmareke mezintir a stasyonan.

Diyab zêde kir, "Em hewl didin ku sotemeniyê di zûtirîn dem de li her kesî belav bikin, li gorî miqdara ku dighêje me, lê ew têrê nake."

Li gorî çavkaniyên taybet, sedem kirîza kêmbûna benzînê ew e ku benzîn kêm tê şirketa Sadcop li Hesekê, ji ber êrişên dawî yên li ser herêmê çêbûye.

Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê diyr kir ku ew çavdêriyê dike û li ser planên nû dixebite da ku krîzê sivik bike û çareser bike.

(k)

ANHA