Panorama 2023-7

Bi çand û hunerê reng dan 2023'yan

Panorama 2023-7
30 kanûn 2023   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakî û bernameyên çandê re ji muzîkê heta wêje, şêwekarî û çîrokan mohrek li salê hat xistin.

1’ê Gulanê 8’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

29’ê Adarê encamên pêşbirka 2023’yan helbestên kurdî ya ciwanan hatin ragihandin.

29’ê Nîsanê 2’yemîn Hefteya Wêjeyî li Kobanê dest pê kir.

11’ê Gulanê 2’yemîn Mîhrîcana Orkêş û Mûzîk û Stranan li Qamişloyê dest pê kir.

11’ê Gulanê navên kesên di Pêşbirka Şehîd Gerzan a Wêjeyî hatin ragihandin.

15’ê Gulanê çalakiyên 2’yemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Qamişloyê dest pê kirin.

20’ê Gulanê 4’emîn Sempozyma Rojava ya Hunera Şêwekariyê li Kobanê dest pê kir.

29’ê Gulanê pêşangeheke hunera şêwekariyê li Qamişloyê hat vekirin.

11’ê Hezîranê 6’emîn Sempozyuma Wejeyê li Tebqayê dest pê kir

13’ê Hezîranê 8’emîn Mîhrîcana Çîrokên Kurd li Qamişloyê dest pê kir.

14’ê Tîrmehê yekemîn Sempozyuma Hunera Şêwekariyê li Tebqayê dest pê kir.

24’ê Tîrmehê qonaxa yekemîn a 4’emîn Pêşbirka Nivîskarên Siberojê ya Zorakan li Kantona Cizîrê dest pê kir.

1’ê Tebaxê 2’yemîn sempozyuma Şêwekarên Pêşerojê li Tebqayê dest pê kir.

29’ê Tebaxê 1’yemîn Mîhrîcana Wêjeyê li Reqayê dest pê kir.

14’ê Îlonê Komîteya Çandê ya Meclisa Girê Spî 3’yemîn Mîhrîcana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiya Girê Spî dest pê kir.

1’ê Cotmehê 4’ê Pêşangeha Şêwekariyê ya "Bablîzoka Rengan" hat vekirin.

5’ê Cotmehê yekemîn Mîhrîcana Resenî û Mîrasê ya Mûzîk û Stranan li Tebqayê dest pê kir.

28’ê Cotmehê çalakiyên 7’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li Qamişloyê dest pê kir.

31’ê Cotmehê 4’emîn Mîhrîcana Şehîd Strêvan a çand, huner û werzîşê dest pê kir.

1’ê Mijdarê 7’emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li Qamişloyê dest pê kir.

5’ê Mijdarê Mîhrîcana Huner û Wêje ya Jinan a Yekemîn li Tebqayê dest pê kir.

10’ê Mijdarê Mîhrîcana Çanda Neteweya Demokratîk li navçeya Til Birakê ya kantona Cizîrê dest pê kir.

12’ê Mijdarê 2’yemîn Mîhrîcana Kobanê ya Wêjeyê li Kobanê dest pê kir.

14’ê Mijdarê Pêşangeha Şêwekariyê ya "Berxwedana Jinan" a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

25’ê Mijdarê Mîhrîcana Xabûr li bajarê Hesekê dest pê kir.

15’ê Kanûnê 9’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li Qamişloyê dest pê kir.

Li gel van çalakiyan, bi dehan çalakiyên çandî û hunerî ji aliyê deste, nivîsgeh, tevgerên çand û hunerê û yekitiyên rewşenbîr û nivîskarên ve hatin lidarxistin.

(bb)

ANHA