Pakistanê êrişî Efganistanê kir: 11 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin

Talîbanê da zanîn ku di encama êrişên hewayî yên artêşa Pakistanê de, piraniya wan zarok 13 sivîl hatine kuştin.

Pakistanê êrişî Efganistanê kir: 11 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin
10 hezîran, 2026   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Talîbanê ya li Efganistanê ragihand ku artêşa Pakistanê şeva Sêşemê jîngehên sivîlan ên li bajarên Kunarî Host û Paktikayê bombebaran kirine.

Berdevkê hikumeta Talîbanê Zabihullah Mucahîd li ser X’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku Pakistanê qada hewayî ya Efganistanê binpê kiriye û da zanîn ku di encama êrişê de 11 zarok, jinek û pîremêrek hatine kuştin. Berdevk her wiha diyar kir ku 14 jin û zarok jî birîndar bûne û wêneyên sivîlên hatine qetilkirin, parve kirin.

Mucahîd îfade kir ku qadên ku hatine hedefgirtin jîngehên sivîlan in û êriş tên wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.

Rayedarekî bajarê Hostê ji AFP’ê re diyar kir ku di encama êrişeke hewayî ya li ser xaniyeke li navçeya Sperayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyeke herêmî jî ragihand ku di erişeke li ser bajarê Paktikayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Artêşa Pakistanê pirsên AFP’ê yên têkildarî mijarê nebersivandin û hê têkildarî êrişan daxuyaniyeke fermî nedaye.

RAGEŞIYA LI SER XETA SÎNOR

Êrişên dawîn, piştî aramiya li ser xeta sînor a Efganistan-Pakistanê pêk hatin. Şer û pevçûnên ku di mehên ewil ên salê yên navbera her du welatan de, di dawiya meha Sibatê de veguherîbûn şerekî eşkere û li ser xeta sînor bûbûn sedema windahiyên mezin.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya meha Gulanê hate weşandin, di şerên di navbera 1’ê Çileyê û 31’ê Adarê de herî kêm 372 sivîlên Efgan hatine kuştin.