Pakistan: Delîlên têkiliya Kabulê bi Talîbana Pakistanê re hene

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê ragihand ku li gel Pakistanê delîlên ku têkiliya hikumeta Talîbanê ya Afganistanê bi Talîbana Pakistanê re hene. Wezîr hişyarî da, ku eger ev hevkarî bidomin dê Pakistan êrişî baregehên Talîbanê bike.

Pakistan: Delîlên têkiliya Kabulê bi Talîbana Pakistanê re hene
31 cotmeh, 2025   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xewace Asif ragihand ku li ba Pakistanê belgeyên ku têkiliyên Talîbana Pakistanê bi Talîbana Afganistanê re aşkera dikin, hene û got, "Talîbana Pakistanê Afganistan ji xwe re kiriye wargeh."

Asif diyar kir ku egera rûdana şerekî mezin bi Afganistanê re pir lewaz e û şandeyeke Pakistanê jî di dan û standinan de daxwaza parastina agirbestê kiribû.

Asif anî ziman ku Talîbanê dan û standin têk birin, lê ger ew bi Hindistanê re hevkariyê bike, ku di êrişa leşkerî ya vê dawiyê de bi Pakistanê re 7 balafirên wê yên şer hatin rûxandin, wê demê Pakistan dê bersivê bide û got, "Çekên atomî yên Pakistanê ji bo berevaniyê ne, niyet tune ye ku Pakistan bi şiyanên xwe yên atomî hegemoniyê bike."

Berî demekê wezîrê ragihandinê yê Pakistanê Etallah Terar gotibû armanc ji dan û standinan pêkanîna agirbesteke mayînde ye, lê ew danûstandinên li Stenbolê bê encam bi bin ketin.

(mh/fr)