Ji merasma sersaxiyê ya şehîd Hêvî Silêman: Şehîd sembola jina têkoşer bû

Beşdarên konê sersaxiyê yê şehîd Hêvî Silêman diyar kir ku şehîd Hêvî di oxira azadiya jinê û civakê de jiyana xwe feda kir.

31 cotmeh, 2025   19:03
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê konê sersaxiyê ji bo endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba Hêvî Silêman a ku di 28ˊê Cotmehê de ji ber nexweşxaneya penceşêrê, şehîd bûye, veda. Kon li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê li pêş mala şehîd hat vedan.

Di merasîmê de malbatên koçberên Efrînê, nûnerên ji saziyên civaka sivîl, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), xelkê Qamişloyê, endamên Kongreya Îslama Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) amade bûn.

Di merasîmê de axaftinên têkildarî têkoşîn û xebata şehîd Hêvî Silêman hatin kirin.

ˊXWEDÎ LI FIKRA AZAD DERKET Û GELEK FEDAKARÎ PÊŞKÊŞ KIRINˊ

Girêdayî mijarê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsîxan Gulo got, "Şehîd Hêvî têkoşereke ku duldilî nizanîbû, xwedî li fikra azad derket û gelek fedakarî pêşkêş kirin û li dijî tevahî şêweyên tundiyê bû nimûneya fedakariyê û kedek mezin di oxira rizgariya jinê de da."

ˋGEWDE ÇÛ, LÊ XEWNA WÊ ZINDÎ MAˊ

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongra Star a kantona Qamişloyê Şaha Hesarî anî ziman ku "Em sivîl û hezkirinên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin û dibêjin Hêvî daxmayeke nayê jêbirin di têkoşîna jina Kurd de hişt, cihê wê vala namîne. Dê her jineke azad têkoşîna wê dest pê kiriye temam bike."

Şaha got şehîd Hêvî hêvî dikir Efrînê rizgarkirî bibîne û diyar kir ku "Gewde çû, lê xewna wê zindî ma. Em soz didin wê ku em ê bi hemû hêza xwe tê bikoşînin ku xewna wê û ya tevahî şehîdên azadiyê pêk bînin. Xwîna wan di stûyê me de ne û em ê wesîyetên wan pêk bînin."

ˋDÊ RÊWÎTIYA WÊ JI BO JINAN MENARE BIMÎNEˊ

Ji aliyê xwe ve jî hevseroka TEV-DEMˊê Remziye Mihemed li ser rêwîtiya wê şehîd a tije têkoşîn axivî û got: "Hevrê Hêvî Silêman ji têkoşerên destpêkê yên tev li damezrandina Kongra Star bûye û bê dudilî di oxira azadiya jinê û civakê de tê koşiya."

Remziye da zanîn ku "Çûna wê ji bo gel û tevahî jinên têkoşer xesaretek mezin bû, ew ne tenê endama Kongra Star bû, lê mamosteya perwerdeya azad û berxwedanê bû. Di zarokan de weke mamosteya zimanê Kurdî ziman çand. Dê rêwîtiya wê ji bo jinan menare bimîne."

Duh, xelkê bajarê Qamişlo û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Hêvî Silêman li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê defin kiribû.

Hêvî Silêman di 1963ˊyan de li bajarê Mabeta yê girêdayî Efrînê ji dayik bûye, dayika 7 zarokan e. Ji destpêka salên 1990ˊî de tev li xebatên meydanî û têkoşînê bûye. Ji mamosteyên destpêkê ku zimanê Kurdî di navbera 2010 û 2011ˊan de li bajarê Helebê daye meşandin. Ji damezrînerên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Efrînê bû.

(fr)

ANHA