Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 5ˈan de ye

Operasyona Ewlehiya Domdar a li kampa Holê di roja xwe ya pêncemîn de dewam dike.

Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 5ˈan de ye
Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 5ˈan de ye
Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 5ˈan de ye
Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 5ˈan de ye
Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 5ˈan de ye
Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 5ˈan de ye
Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 5ˈan de ye
10 mijdar, 2024   11:24
HESEKÊ

Operasyona Ewlehiya Domdar a ku ji aliyê QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li kampa Holê û derdora wê hatiye lidarxistin di roja xwe ya 5ˈan de dewam dike.

Hêzên Odeya Operasyonê xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşa penabrên Iraqê didomînin.

Di qonaxa yekemîn a operasyonê de derdora kampê bi temamî hat paqijkirin. Piştre jî qonaxa duyemîn a lêgerîn û paqijkirinê li navenda kampê dest pê kir.

Li gorî daxuyaniyên Odeya Operasyonên Ewlehiyê di 4 rojên operasyonê de 73 çeteyên DAIŞˈê û hevkarên wê hatin girtin, cenazeyê jinekê ku berê ji aliyê çeteyên DAIŞˈê ve hatibû kuştin, hate dîtin. Her wiha çek, tunel û nivîsên perwerdekirina zarokan li ser fikirê DAIŞˈê hatin dîtin.

(bb)

ANHA