Omer Berkel: Pêwîst e tecrîdeke siyasî û dîplomasî li ser Tirkiyeyê bê meşandin

Omer Berkel destnîşan kir ku ji bo ku Tirkiye li gorî peymanên mafên mirovan tev bigere û sûcên xwe yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike, divê civata navneteweyî têkiliyên dîplomasî û siyasî bi dewleta Tirk a dagirker re qut bike û wê ji hemû civînên navneteweyî derxe.

Omer Berkel: Pêwîst e tecrîdeke siyasî û dîplomasî li ser Tirkiyeyê bê meşandin
2 ÇILE, 2024   02:35
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a kantona Minbicê parêzer Omer Berkel got: "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî hemû pîvan û peymanên navneteweyî ye nexasim madeyên /3/ û /2/ yên peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ku tê de mafê mirovan a jiyana azad, biûmet û ewle tê parastin.

Berkel wiha domand: “Mafê her siyasetmedarekî heye ku ew biryarê bide, vegere welatê xwe y ana.Lê belê dewleta Tirk a dagirker û dewletên kapîtalîst Rêbertî li derve dîl girt û ew radestî Tirkiyeyê kir. Ev jî li dijî qanûnên parastina penaberiya siyasî û peymanên NY’ê, daxuyaniya mafên mirovan a 1948’an û madeya /16/ a peymana NY’ê ye.”

Berkel destnîşan kir ku roj bi roj dewleta Tirk a dagirker bi rêya girankirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtina parêzer û malbata wî pê re binpêkirina qanûnên mafên mirovan zêde dike.

Berkel ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji bo bidawîkirina tecrîdê, divê civata navneteweyî fişarê li dewletê Tirk bikin. Di her dewletekê de navendên herêmî hene ku rêxistinên navneteweyî dikarin bi rêya wan navendan dikarin fişarê li Tirkiyeyê bikin. Her wiha bi rêya nûnerên xwe yên biyanî li balyozxaneyên li Tirkiyeyê, yan jî bi rêya lidarxistina xwepêşandanan li pêşiya balyozxaneyên dewleta Tirk a dagirker û komkirina îmezeyan, li pêşiya Komeleya NY`yê, fişarê bikin û encamên çalakiyên xwe ji navendên fermi yên xwedî biryar re pêşkêş bikin ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe."

Desthilata Tirk a dagirker ji 25'ê Adara 2021'an de tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û hevdîtina parêzer û malbata wî pê re qedexe dike.

Berkel di dawiya axaftina xwe de got: "Fîlozof û ronakbîr Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye û azadiya wî ya fîzîkî armanca hemû gelên cîhanê ye. Pêwîst e hemû çalakiyên navneteweyî û herêmî yên Tirkiyeyê bên rawestandin, balyozên wê der bikin û hemû giliyên Tirkiyeyê red bikin û baç lê bibirin."

(mh)

ANHA