‘Êrişên li ser binesaziyê binkeftina dewleta Tirk nîşan didin’

Serokê Nivîsgeha Partiya Muhafezekaran a Hesekê Hesan El Selman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber binkeftina xwe ya li hemberî îradeya gelên herêmê û ji ber serketina projeya Rêveberiya Xweser êrişî binesaziya herêmê dike.

‘Êrişên li ser binesaziyê binkeftina dewleta Tirk nîşan didin’
2 ÇILE, 2024   03:34
HESEKÊ
SÎBELCAN SELMAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Kanûna 2023’yan ve êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine. Dewleta dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek û balalafirên şer 47 deverên aborî, xizmetguzarî û tenduristiyê bombebaran kirin. Di encama êrişan de 10 kes şehîd bûn, bi dehan kes birîndar bûn, her wiha xisarên mezin ên madî çêbûn.

Serokê Nivîsgeha Partiya Muhafezekaran a li bajarê Hesekê Hesan El Selman êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê spartin van xalan: "Serkeftina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sazkirina Hevpeymana Civakî de ya ku mafên tevahî sûriyeyan mîsoger dike, girêdana xurt a di navbera pêkhateyan de, her wiha destkeftiyên nû ku di bin sîwana MSD’ê de bi dest xistine.”

Hesan El Selman anî ziman ku êrişên li dijî projeya neteweya demokratîk, binkeftin û lawazbûna dewleta Tirk li hemberî îradeya gelan nîşan didin.

El Selman Rêveberiya Xweser wek rêya yekane ya jiyaneke ewle ji bo tevahî pêkhayên Sûriyeyê nirxand. El Selman li dijî çavnebariyên dewleta Tirk ên li welat banga nêrîneke siyasî ya yekbûyî kir.

(bb)

ANHA