Di topbarana li ser navçeya Şêrawayê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê de li dijî navçeya Şêrawayê 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Di topbarana li ser navçeya Şêrawayê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan
1 ÇILE, 2024   19:09
ŞEHBA

Nûçegihanên me ragihandin ku hêzên hikumeta Şamê yên li Nibul û Zera li bakurê Helebê bi cih bûne, gundên Kibêşîn û Birc Hêderê yên dagirkirî yên navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê topbaran kirin. 

Li gor agahiyan di encama topbaran de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 2 djî birîndar bûn. Di nav wan de zarokek heye.

(şx)

ANHA