Oman û Îranê der barê Tengava Hurmuzê de daxuyanî da

Oman û Îranê bi daxuyaniyeke hevbeş girîngiya parastina Tengava Hurmuzê û rêzgirtina li serweriya her du welatan û berdewamiya hevkariyê ji bo xurtkirina ewlehiya deryayî û aramiya herêmî vegotin.

Oman û Îranê der barê Tengava Hurmuzê de daxuyanî da
23 hezîran, 2026   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Oman û Îranê bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kir ku divê hemû rêkeftinên têkildarî Tengava Hurmuzê rêzê bide serweriya her du welatên li peravên tengavê û mafên wan ên serweriyê. Her wiha îşaret pê kir ku ew ê pabendî parastina tengavê wekî korîdoreke avî ya ewle û vekirî li pêşiya trafîka navîgasyona navneteweyî ye, bin.

Her du aliyan bal kişand ser girîngiya domandina hemahengî û tevkariya ji bo xurtkirina ewlehiya deryayî, azadiya navîgasyonê û istiqrara herêmê ya li gorî qanûnên navneteweyî yên têkildar.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Musqat û Tehranê li hev kir ku bi rêya komeke xebatê ya hevbeş di navbera wezaretên derve yên her du welatan de diyalogê li ser mijarên têkildarî Tengava Hurmuzê bidomînin, da ku lihevkirinek li gorî pîvanên navneteweyî der barê rêveberiya siberojê li Tengava Hurmuzê, xizmetên têkildar û lêçûnên wan de çêbe."

Her wiha li hev kirin ku li ser van mijaran bi welat din ên peravê yên herêmê û aliyên têkildar re nîqaşan bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Her du aliyan di çarçoveya metna peymanê ya Îslamabadê de mijarên têkildarî tengavê nîqaş kirin. Di heman demê de Sultanetiya Omanê piştgiriya xwe ji bo metnê di navbera DYA û û Îranê de hatiye îmzekirin û girîngiya domandina diyalog û hemahengiya ji bo piştgiriya pêkanîna wê ya serketî anî ziman."

(bb)