Ajokarên li Qamişloyê li dijî bilindkirina buhayê benzînê nerazîbûn nîşan dan

Ajokarên taksiyan û veguhastina giştî li Qamişloyê li ber avahiya Komîteya Sotemeniyê ya Qamişloyê xwepêşandan li dar xist û daxwaz kir ku biryara bilindkirina buhayê benzînê were betalkirin.

Ajokarên li Qamişloyê li dijî bilindkirina buhayê benzînê nerazîbûn nîşan dan
Ajokarên li Qamişloyê li dijî bilindkirina buhayê benzînê nerazîbûn nîşan dan
Ajokarên li Qamişloyê li dijî bilindkirina buhayê benzînê nerazîbûn nîşan dan
Ajokarên li Qamişloyê li dijî bilindkirina buhayê benzînê nerazîbûn nîşan dan
23 hezîran, 2026   15:19
QAMIŞLO

Îro ajokarên taksiyan û veguhastina giştî li Qamişloyê li ber avahiya Komîteya Sotemeniyê nerazîbûna xwe li hember bilindkirina buhayê benzînê nîşan da. Buhayê benzîna ​​bi piştgirî ji 450 lîreyên Sûriyeyê derketiye 55 sentan, ev yek bû sedema zêdebûna lêçûnên veguhastin.

Xwepêşanderan daxwaza betalkirina biryara da ku ji hêla Rêveberiya Sotemeniyê ya Hesekê ve hatiye dayîn.

Di dema xwepêşandanê de, şandeyeke ajokaran bi Komîteya Sotemeniyê ya Qamişloyê re civiya û daxwazên şofêr û welatiyan dan komîteyê û xwest komîte van daxwazan li ber çavan bigire û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ku bûye krîzeke rastîn, bixebite.

Piştî civînê, nûnerên şandeyê û komîteyê diyar kir ku ev pirsgirêk dê di nav hefteyekê de were çareserkirin.

Der barê mijarê de ajokarê bi navê Behcet Abbas got: "Em hêvî dikin ku ev kombûn dê bihêle rayedara bi awayekî ku hem ji bo karkeran û hem jî ji bo welatiyan sûdmend be, bersiva daxwazên me bidin. Zêdebûna buhayên veguhastinê dê bandorek neyînî li ser veguhastin û kar bi giştî bike. Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku daxwazên me werin berçavgirtin û ev biryar were sererastkirin."

Ajokarê bi navê Yasir got: "Ev biryara ji nişka ve ya ji aliyê Komîteya Sotemeniyê ve hatî dayîn ne di berjewendiya ajokaran de bû û dê bandorên neyînî li ser welatiyan jî bike. Şert û mercên jiyanê pir dijwar bûne û ji ber vê yekê, divê biryar xizmeta berjewendiya giştî bikin."

Ajokarê bi navê Şalan Silêman Xelef jî got: "Divê biryar berî ku werin dayîn bi baldarî werin lêkolînkirin, xizaniya ku xelk tî de berçav werin girtin. Zêdebûna bihayan me neçar dike ku em kirê zêde bikin, ku ev dê bib barigiraniyek li ser xelkê."

Hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya Qamişlo Mihemed Ehmed ji ajansa me re got: "Îro me şandeyek ku nûnertiya ajokarên li Qamişlo pêşwazî kir û guh da daxwaz û fikarên wan ên di derbarê biryara ku ji hêla Rêveberiya Sotemeniyê ya Hesekê ve hatî dayîn. Ew bawer dikin ku ev biha zêde ye, ji bo welatiyan û ajokaran bargiraniyek e û bandorek neyînî li ser sektora veguhastinê dike. Em ê daxwazên wan ji bo nîqaşkirin û çareserkirina vê pirsgirêkê di nav hefteyekê de ji Rêveberiya Giştî re bişînin.”

Di vê navberê de gelek ajokar greva xwe berdewam dikin.

(k)

ANHA