Li Qamişlo, Çilaxa û Tirbespiyê bi sedan donim zevî şewitî

Li gundewarên Qamişlo, Çilaxa û Tirbespiyê bi sedan donim zeviyên çandiniyê û pûş şewitîn.

Li Qamişlo, Çilaxa û Tirbespiyê bi sedan donim zevî şewitî
Li Qamişlo, Çilaxa û Tirbespiyê bi sedan donim zevî şewitî
Li Qamişlo, Çilaxa û Tirbespiyê bi sedan donim zevî şewitî
Li Qamişlo, Çilaxa û Tirbespiyê bi sedan donim zevî şewitî
Li Qamişlo, Çilaxa û Tirbespiyê bi sedan donim zevî şewitî
Li Qamişlo, Çilaxa û Tirbespiyê bi sedan donim zevî şewitî
Li Qamişlo, Çilaxa û Tirbespiyê bi sedan donim zevî şewitî
23 hezîran, 2026   15:54
QAMIŞLO

Li derdora gundê Gir Sor û xaçerêya gundê Elî Fero yê li rojavayê bajarê Qamişloyê agir bi rûbereke mezin a zeviyên çandiniyê û erdên hatine çinîn, ket.

Li gorî agahiyan, ji ber bayê zêde şewat berbelav bû, lewre jî tîmên agirkujiyê û şênî zehmetiyên kontrolkirina şewatê dikişînin. Tê gotin ku bi sedan donim zeviyên hatine çinîn û yên hîna nehatine çinîn şewitîne.

Li gundê Baqila yê başûrê bajarê Çilaxayê jî derdora 100 donim zeviyê genim û 200 donim û 3 embarên di hundirê gund de şewitîn.

Sedema şewatê nehat zanîn.

Li bajarê Tirbespiyê jî agir bi zeviyê dora benda Şabo ya başûrê bajêr ket û qadên çadiniyê yên hatine çinîn û yên nehatine çinîn, dane ber xwe. Di kontrolkirina şewatê de zehmetî tên kişandin.

(bb)

CILAXA

QAMIŞLO

TIRBESPIYÊ