NY`ê daxwaza lêpirsîneke "bêalî" li ser êrişên Îsraîlê yên li Lubnanê kir

Neteweyên Yekbûyî daxwaza lêpirsînên bi lez û bêalî li ser êrişên dawî yên Îsraîlê dijî Lubnanê kir, bi taybetî êrişa li ser kampa penaberên Filistînî ya Eyn El Hilwe.

NY`ê daxwaza lêpirsîneke "bêalî" li ser êrişên Îsraîlê yên li Lubnanê kir
25 mijdar, 2025   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza lêpirsînên bi lez û bêalî li ser êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê kir, di nav de êrişa hefteya borî ya li ser kampa penaberên Filistînî ya Eyn El Hilwe.

Berdevkê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, li Cenevreyê Thamin EL Xeitan ji rojnamevanan re got: "Divê lêpirsînên bilez û bêalî li ser êrişa Eyn El Hilwe, her wiha li ser hemî bûyerên din ên ku binpêkirinên muhtemel ên qanûna mirovî ya navneteweyî ji hêla hemî aliyan ve, hem berî û hem jî piştî agirbestê, werin kirin, divê berpirsiyar werin darizandin."

El Xitan di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Îsraîl û artêşa Îsraîlê berpirsiyarê kiryarên xwe ne. Dema ku em li ser êrişên ku ji hêla artêşa Îsraîlê ve hatine kirin diaxivin, divê ew bi xwe lêpirsînê li ser kiryarên xwe bike, her wiha dewleta Lubnanê jî divê berpirsiyariya lêpirsîna binpêkirinên ku dibe ji hêla wê ve hatibin kirin hildigire.

Tevî agirbestek ku nêzîkî salek berê di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanî de pêk hat, Îsraîl êrişên li Lubnanê berdewam dike ku ew dibêje binesaziya leşkerî û endamên partiyê hedef digirin.

(ac)

ANHA