Tabiloyeke hunerî peyama li dijî tundiya li ser jinan dide

Tevgera Hîlal Zêrîn li kantona Reqayê tabloyeke hunerî bi dirêjahiya 10 metreyan nîşan da ku tê de gelek peyamên redkirina tundiya li dijî jinan hebûn. Her wiha Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk di daxuyaniyekê de banga avakirina hawîrdorek dadperwer û bê tundî kir.

Tabiloyeke hunerî peyama li dijî tundiya li ser jinan dide
Tabiloyeke hunerî peyama li dijî tundiya li ser jinan dide
Tabiloyeke hunerî peyama li dijî tundiya li ser jinan dide
Tabiloyeke hunerî peyama li dijî tundiya li ser jinan dide
Tabiloyeke hunerî peyama li dijî tundiya li ser jinan dide
Tabiloyeke hunerî peyama li dijî tundiya li ser jinan dide
25 mijdar, 2025   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên Roja Têkoşîna Navnteweyî li li dijî Tundiya li ser Jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin, di vê çarçoveyê de Tevgera Çanda Jinan a Hîlal Zêrîn ya li kantona Reqayê tabloyee hunerî ya pêşkêş kir. Tabloya ku  ji hêla 7 jinên ciwan ve hatiye nîgarkirin, li Qada Jina Azad a navenda bajêr hat pêşandan.

tabiloya ku 10 metre dirêj e, ji çend beşan pêk tê, û jî mijarê tundiya li dijî jinan li ser hatine nexişandin.

Li aliyekî din Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk daxuyaniyek weşand, di daxuyaniyê de diyar kir ku li ser bingeha nerîna avakirina civakek dadperwer û hevseng, Meclisa Jinan piştrast dike ku tundûtûjiya li dijî jinan ne tenê bûyerên takekesî ne, lê belê avahiyek kûr a civakî û çandî ye.

Meclisê destnîşan kir ku berxwedana li dijî tundiyê bi azadkirina hişmendiyê û têgihîştina kokên pergala baviksalar a ku di dewleta netewe, aboriya kapîtalîst û otorîteya mêr de cih digire, dest pê dike.

Meclisê di daxiyê de bang li hemû sazî û civakên herêmî kir ku bi hev re bixebitin da ku hawîrdorek bê serdestî û tundûtûjî, li ser bingeha edalet, berpirsiyarî û lihevhatinê ava bikin.

(ac)

ANHA