Li Siwêdayê careke din agirbest hat binpêkirin

Balafirên bêmirov ên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê gelek xalên nêzî bajarokê Eslîm ê bakurê bajarê Siwêdayê hedef girtin. Bi vê yekê careke din agirbesta li herêmê hat binpêkirin.

Li Siwêdayê careke din agirbest hat binpêkirin
25 mijdar, 2025   17:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Siwêdayê da zanîn ku balafirên bêmirov ên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî gelek xalên derdora bajarokê Eslîm ê bakurê bajarê Siwêdayê hedef girtin.

Der barê zirarê ji ber êrişan de, tu agahî nehatin zanîn.

Hemwextî binpêkirina agirbestê ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve, rewşeke tirsê li herêmê serwer e.

(mh)