NY: Li Îran û Lubnanê bi milyonan kes koçber bûne

Komîserê Bilind ê Kar û Barên Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Berhem Salih aşkere kir ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn bi milyonan kes koçber bûne û pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn ya civaka navneteweyî heye.

NY: Li Îran û Lubnanê bi milyonan kes koçber bûne
26 adar, 2026   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê Bilind ê Kar û Barên Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Berhem Salih ji ber bandora şerê li Rojhilata Navîn bangek lezgîn li civaka navneteweyî kir.

Berhem Salih bi rêya ajansa Reuters’ê bang li civaka navneteweyî kir, got: “Rêxistina Komîsyona Bilind a Penaberan kêmtir ji sedî 10’ê wî pereyî gihiştiye destê wê ku ji bo çareserkirina qeyrana penaberên Îran û Lubnanê pêwîste. Ji bo alîkariya bi penaberan re pêwîstiya me bi 69 milyon dolar heye.

Her wiha Berhem Salih eşkere kir ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn nêzî 3.2 milyon kes li Îranê neçar mane ji malên xwe koçber bibin. Her wiha li Lubnanê jî zêdetirî 1 milyon kes koçber bûne ku ev hejmar dike ji sedî 17’yê runiştvanên Lubnanê.

Li gor gotina Berhem Salih, sedemê komnekirina alîkariya pêwîst a bi Komîsyona Bilind a Penaberan re, ragirtina alîkariya welatên serdeste bi taybetî jî Amerîka ku niha herî zêde giringiyê bi peydakirina budceya ji bo şer dide.

Berhem Salih diyar kir ku hejmara penaberan li cîhanê gelek zêde ye û li beramber wê jî alîkariyên mirovî bi temamî kêm bûne. Salih got, ev rewş jî dihêle qeyrana heyî kûrtir bibe, pêwîstî bi destwerdana lezgîn a civaka navneteweyî heye.