Li başûrê Lubnanê 6 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê welêt de 5 kes hatin kuştin û 19 kes birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê jî kuştina leşkerekî xwe ragihand.

Li başûrê Lubnanê 6 kes hatin kuştin
26 adar, 2026   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê îro ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser navçeya Merceiyûn û Bint Cibêl ên başûrê welat de 3 kes hatin kuştin û 11 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, di êrişa li ser bajarokê Harûf ê navçeya Nebetiyê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di êrişa bi mûşkekê ya li dijî hêzên wê yên li başûrê Lubnanê de leşkerekî wê ku bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyan ji destpêka vê mehê (1 Adar 2026) ve 3 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Serokkomarê Lubnanê Josef Ewn anî ziman ku welatê wî amade ye dan û standinên rasterast bi Îsraîlê re bike û bi biryara dewleta ya derbarê çekên Hizbullahê de girêdayî ne. Ewn got: "Biryarên hikumetê yên sînordarkirina çekan û biryara aştî û şer jê neveger in; ji ber ku li gorî destûrê û peymana mezheban, xîtaba sondê û biryara parlamentoyê ne."

(bb)