NY: Li Darfurê 542 kes hatine kuştin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li bakurê Darfurê di nava 3 hefteyan de 542 sivîl hatine kuştin.

NY: Li Darfurê 542 kes hatine kuştin
1 gulan, 2025   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk diyar kir ku li herêma bakurê Darfur a Sûdanê di nava 3 hefteyên dawîn de herî kêm 542 welatiyên sivîl hatine kuştin lê dibe ku ev hejmar zêdetir jî be.

Ev daxuyanî piştî zêdebûna şer û pevçûnên li bajarê El Faşer ê li rojavayê welêt hate dayîn.

Li gorî NY’ê, Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên girêdayî general Muhamed Hamdan Daglo li hemberî bajarê El Faşer û kampa li nêzîkî wê ya bi navê Abu Şuk êriş pêk anîne.

Hate ragihandin ku di encama êrişên dawîn de herî kêm 40 welatiyên sivîl hatine kuştin. Tê ragihandin ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn di şerê navxweyî yê li gel artêşê de êrişên xwe yên li ser herêma Darfurê zêde kirine.

Berdevkê sekewterê giştî yê NY’ê Farhan Haq di daxuyaniya xwe de anî ziman ku rewşa li rojavayê welat her ku diçe xirabtir dibe û ew li hemberî vê yekê bi fikar in. Hate destnîşankirin ku bi taybetî jî temamiya kampa bi navê Zemzem a li nêzîkî bajatê El Faşerê hatiye valakirin û Hêzên Piştevaniya Lezgîn hewl dide ku kontrola van herêman bi dest bixe.

Her wiha hate diyarkirin ku zêdetirî 400 hezar welatiyên sivîl bi darê zorê ji cih û warên wan hatine dûrxistin û ew li hemberî destdirêjî, tirsandin û binçavkirinên bi kêfî yên li ser nuqteyên kontrolê metirsîdar in.

Şer û pevçûnên li Darfurê rê li ber bobelateke mezin vekiye û rayedarên NY’ê jî banga mudaxelekirina lezgîn a navneteweyî kir.

Li gorî Komîteya Xaca Sor a Navneteweyî (ICRC) di sala 2024’an de di encama şerê li Sûdanê de herî kêm 8 hezar welatî winda bûne. ICRC’ê da zanîn ku ew hejmara texmînkirî ye.

Fona Alikariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî dibêje ku şerê li Sûdanê ku ev 2 sal e dewam dike, bandoreke xirab li jiyana bi milyonan zarokan kiriye û rêjeya binpêkirinên mafên zarokan ji sedî 1000 zêde bûye.