NY hejmara karmendên xwe yên li Xezayê kêm dike

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dê hejmara karmendên xwe yên li Xezayê kêm bike.

NY hejmara karmendên xwe yên li Xezayê kêm dike
25 adar, 2025   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Neteweyên Yekbûyî (NY) Alessandra Vellucci di civîneke çapemeniyê ya li Cinêvê de got: "Em hewl didin hejmara karmendên navneteweyî bi qasî ji sêyan yek kêm bikin. Sedema vê yekê jî ew e ku sekreterê giştî Antonio Guterres nikare ewlehiya karmendên Neteweyên Yekbûyî garantî bike."

Berdevka NY’yê Alessandra Vellucci da zanîn ku "ev tê wê wateyê ku ji 100 karmendên navneteweyî 30’an kêm bikin."

Alessandra Vellucci got kêmkirina karmendan dê ji Bernameya Xurekê ya Cîhanê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) be.

(bb)