Xelkê Til Hemîsê şehîdekî xwe oxir kir

Şehîdê QSD’ê Mihemed Xelîl El Mutib bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîdan a li Til Hemîsê hat oxirkirin.

Xelkê Til Hemîsê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Til Hemîsê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Til Hemîsê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Til Hemîsê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Til Hemîsê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Til Hemîsê şehîdekî xwe oxir kir
25 adar, 2025   15:47
QAMIŞLO

Şervanê QSD’ê Mihemed Xelîl El Mutib ê 10’ê Adara îsal dema erka xwe bi cih dianî, li herêma Bisêra ya gundewarên Şedadê şehîd bû, îro bi merasîmeke biheyet hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Til Hemîsê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê oxirkirinê bû ku li Pakrewangeha Şehîdan a Til Hemîsê hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Egîd Ehmed axivî. Egîd piştî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest got: "Em bejna xwe li hemberî giyan şehîdên ku bi xwîna xwe ya pak axa Sûriyeyê av dane ditewînin. Şehîdan ji bo welatekî aram canê xwe feda kirine."

Ji fermandarên QSD’ê Salar Elî jî axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got: “Bi her dilopa xwîna ku li ser vê xakê tê rijandin, em peyamê didin hemû cîhanê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî zaliman mertal in. Heta serketin û şehadetê em ê ji rêya têkoşîn û fedakariyê venegerin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadeta ya şehîd Xelîl El Mutib hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Bi can, bi xwîn em bi te re şehîd" hat definkirin.

(bb)

ANHA